Ronahî li Frankfurtê hat bibîranîn

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 30 Cotmeh 2023 - 16:17

Dostên Kurdan û jinan li bajarê Elmanyayê Frankfurtê di şexsê şehîd Ronahî (Andrea Wolf) de Şehîdên Cotmehê bi bîr anîn.

Meclîsên Jinên Kurd ên li Eyaleta Hessenê, Women Defend Rojava û hevalên têkoşînê yên şehîda înternasyonalîst Ronahî (Andrea Wolf) ku di 23’ê Cotmeha 1998’an de li nav Tevgera Azadiya Kurd şehîd bûbû, ji bo bibîranîna Şehîdên Cotmehê çalakiyeke hevpar li salona Saalbau Oberrad a Frankfurtê li dar xistin.

Hevalên şehîda înternasyonalîst Ronahî, dostên Kurdan ên Elman, malbatên şehîdan û malbata Remziye Altûg a ku 22’ê Cotmehê di encama êrişa dewleta Tirk a li dijî Qamişloyê de şehîd bûbû, beşdarî çalakiyê bûn.

Bibîranîn di şexsê Şehîdên Cotmehê de ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurd bi rêzgirtinê dest pê kir.

Li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Zeynep Kara, hevalên têkoşînê yên Ronahî axivîn. Înstîtuya Andrea Wolf jî ku li Rojava xebatên perwerde û lêkolînê dike, peyameke nivîskî şand.

Di çalakiyê de gelek bernameyên çandî hatin pêşkeşkirin. Ji xeynî çanda Kurdî, pêşandanên reqsê û koroya ku ji înternasyonalîstên Elman pêk tê, hatin pêşkeşkirin. Koroya IDK bi Elmanî stranên şoreşgerî gotin. Piştre Koma Bêzar derket ser dikê. Di çalakiyê de pêşandana folklorê ya Kurd jî hebû.

Aktivîstên “Gemeinsam Kampfen” (Têkoşîna hevpar) jî helbestek xwendin û axivîn. Li ser navê Women Defend Rojava koma koroyê jî ji bo Andrea Wolf stranek gotin.
Di dawiya bernameyê de Hunermend Rotînda derket ser dikê. Rotînda bibîranînên xwe yên bi gelek Şehîdên Cotmehê re parve kir û stranên ku ji bo wan çêkiriye got.

Bibîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Jin jiyan azadî” û “bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

ANF/FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.