Rola jinê ya di çareseriyê de

Çarşem 23 Cotmeh 2024 - 00:44

Di navbera 18-19’ê Cotmehê de Nivîsgeha Jinan a MSDˈê ve bi dirûşma "Yekitiya jinên Sûriyeyî mîsogeriya çareserî û pêkanîna aştiya li Sûriyeyê ye" li bajarê Helebê Foruma Diyalogê ya Jinên Sûriyeyî li dar xist. Jinên ku tevlî forumê bûn behsa berpirsyariyên ku ji bo çareserkirina aloziya li welat dikevin ser milên jinan nirxandin. Endazyar û rojnamevan Nadya Toma balkişand ser aloziya Sûriyeyê û got:"Heta Sûriye ji vê çiravê derkeve, pêwîstiya wê bi hewldanên mezin heye. Di vê aloziyê de berpirsyariya jinan girîng e. Ji ber ku herî zêde jin û zarok di şeran de zirarê dibînin û rûbirûyî êşkence û muameleya xirab dibin. Ji ber wê, ev êş wê bi destê jinan bi dawî bibe."

Nadya diyar kir ku ji bo ev armanc pêk were, divê jin di aliyê hişmendî û rêxistinbûyî de pêşketî bin û got:"Divê jin tevlî nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê bibin da ku mafên xwe diparêzin. Vegerandina aramiyê li Sûriyeyê bi yekitiya jinan ve girêdayî ye. Tenê jin dikarin welat komî serhev bikin."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê Şehnaz El Hefel jî girîngiya lidarxistina civîn, komxebat û panelên têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyeyê, rola jinan di dîtina çareseriyê de destnîşan kir.

Şehnaz destnîşan kir ku modela çareseriyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatiye, aloziya jinên sûriyeyî bi dawî kirin û di vê pergalê de rêjeya tevlîbûna jinan di rêveberiyê de ji sedî 50 derbas kiriye û êdî jin li tevahî qadên siyasî, civakî, çandî û leşkerî de bûye pêşeng û got:"Jin li Dêrazorê bi saya Rêveberiya Xweser xwedî hişmendiyeke siyasî ye. Jin baş dizane çi li dora wê diqewime. Hewl dide destkeftiyên civaka xwe biparêze. Ev îsbat dike ku jin dikare pêvajoyê bi rêve bibe û aloziyê çareser bike."

Endama Meclisa Rêveber a Yekitiya Jinên Suryan Îlham Mitlî jî got:"Ji bo ku tev li xebatên çareserkirina aloziya li welêt bibin, divê tevlî nivîsandina destûrê bibin. Heke rola jinan di vî warî de hate paşguhkirin, alozî wê berdewam bike."

ANHA/NESRÎN ŞÊXO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.