- Gava xwediya defterê rûpelan diqulibîne, em hêdî hêdî pê dihisin ku ev esas rojnîvîskek e. Yanî dewsa çavdêriyên di hizra xwe de û bi xêzkirina bi xetan a fîgur û motîfan, xwediya defterê rojên xwe xêz dike.
REWŞAN DENIZ / FRANKFURT
Li ser rûyê xuya yê du rûpelên vekirî yê defterekê mirov di nava xetên xweşik ên destnivîsekê de wêneyên xêzkirî dibîne. Şêwekariyeke weke ya wan kitêbên ji bo zarokan ên Elmanî ê bi navê Wimmelbuch (Kitêba [resmên] tevlîhev) bi bîra mirov dixe, lê xet gelekî realîst in. Yanî Wimmelbuch tenê ji ber hebûna gelek motîv û karakteran bi bîra me dikeve. Gava xwediya defterê rûpelan diqulibîne, em hêdî hêdî pê dihisin ku ev esas rojnîvîskek e. Yanî dewsa çavdêriyên di hizra xwe de û bi xêzkirina bi xetan a fîgur û motîfan, xwediya defterê rojên xwe xêz dike. Xwediya defterê hunermenda Rûs Elena Limkina ye.
Elena Limkina niha li Moskovê dimîne û di xêzkirina bi qeleman (reş û spî û rengîn) de hostekareke serxwere ye. Mirov di xetên wê de xasma di detayên piçûk de realîzmeke dijwar dibîne. Rengên pirtikên çûkan, çavên wan dibêjin, ez li vir im, ne wêne û fotograf im. Belkî jî ji ber wê, wê rojnivîskeke bi xêzkirinê weke fikr daniye ber xwe. Ew jê re dibêje, “rojnivîska hunermendê”. Lê tevî vê jî, her rûyê xuya yê vekirî yê defterê bi tena serê xwe berhemeke hunerî ye. Kitika wê (belkî jî kitikên wê) pirrî caran di rojnivîska wê de hene. Carinan bi awirên xwe, carinan bi sekna xwe, lê ew her hene. Lê ew dewsa çavdêriyên xwe ya di hizra xwe de bi formên geometrîk dide der. Xemlek di rojnivîska wê de li dora fîgur û motîfên cihê xwe ava dike. Mijar li dora xweza, mîmarî û heta şêwekariya klasîk digerin. Ew bi xetan sîh û rohniyê diafirîne.
Hostekareke qelemê
Tevî ku ew di bikaranîna rengên avî de hostekar e, di karê xwe yê rojnivîskê de ew qelem û hibrê bi kar tîne. Elena Limkina di malpera xwe ya fermî de dibêje, “Ez ji zaroktiya xwe ve direngînim, şêweyan xêz dikim. Min muhendîsiya tibî dixwend, lê hewasa min a ji bo hunerên bedew zora min bir.”
Gava mirov li berhemên wê yên bi rengên avî dibîne, bivênevê dibêje, mala xwedê ava, hewasa wê zora wê biriye. Di stîlê wê de em bandora barok, ronesans, û hinekî modernîzmê jî dibînin. Jixwe, ne wilo bûya wê kulîlkên wê xêzkirî halo derveyî dîmenê hunerê wê yê giştî xuya nekira.
Huner dinyayê dike cihekî çêtir
Baş nizanim, lê dibe ku ji ber xwendina wê ya muhendîsiya tibê be; ew ceribandinên anatomîk jî dike. Ez zêdegaviyeke bêguneh jî bikim; heta dibe ku ew destxeta xweşkok a rewan jî encama vê xwendina wê be.
Elena Limkina bi temamî xwe dûrî muhendîsiyê jî nekiriye. Gava em berê xwe didin danasîna wê ya di malpera wê de em dibînin ku konseptan ji markeyan re xêz dike û weke dîzaynkera nava avahiyan jî kar dike.
Ew ji bo xwe dibêje, “Ez hunermend im, xêzên ji bo çapê çêdikim û xwe li peykertraşiyê nû diceribînim. Ez bawer dikim huner dinyayê dike cihekê çêtir.”
Wê pêşangeha xwe ya dawî ya solo sala 2018´an li Moskovê çêkiriye.