Rojnamevanî; deng û hawara Kurdan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 22 Nîsan 2024 - 00:42

  • Rojnamevan Mehmet Alî Ertaş ji bo Roja Rojnamevanên Kurd got: "Divê her Kurd, hîn bêhtir bi Kurdî bixwîne û were û beşdarî xebatên çapemeniyê bibe."

Rojnameya Kurdistanê, ji aliyê Mîqdad Mîdhad Bedirxan ve di 22'yê Nîsana 1898'an de li Qahîreyê hat çapkirin. 126 sal bi ser derketina rojnameya Kurdistanê re derbas bûn. Ji sala 1973’an û vir ve her sal 22’yê Nîsanê wekî Roja Rojnamevanên Kurd tê pîrozkirin. 

Edîtorê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, zextên li ser rojnamevanên Kurd nirxand û balê bir ser parastina mîrateya ji wan re hatiye hiştin. 

Ertaş bi bîr xist ku ewil rojnameyên Kurdî li derveyî sînorên Tirkiyeyê hatine weşandin û vê pêvajoyê wiha nirxand: “Sê gav hene. Ya yekem weşana rojnameya Kurdistanê ye. Paşê di 15'ê Gulana 1932'yan de Kovara Hawarê ji aliyê Celadet Alî Bedirxan, Cegerxwîn û Osman Sebrî ve derket. Pêngava sêyemîn jî, bi pêşengiya Apê Mûsa û Gurbetelli Ersozê li Stenbolê dest pê kir. Rojnameya Serxwebûn jî bi pêşengiya Mazlûm Dogan derket.”

Li sirgûniyê rojnameya yekem

Ertaş anî ziman ku rojnamevanî bi berxwedana Kurdan re pêş ketiye û got ku Bedirxaniyan di serdema derketina rojnameya Kurdistanê de li dijî Osmaniyan dest bi berxwedanê kirin. Ertaş got: “Wê demê Kurd jî hatibûn sirgûnkirin. Kurdên ku sirgûnî Qahîreyê bûn, li wir dest bi rojnamevaniya Kurdî kirin. Em dibînin ku ji wê demê û vir ve zextên li ser Kurdan dewam dikin. Kurd jî ji bo ku dengê xwe bigihînin cîhanê girîngiyê didin rojnamevaniyê. Çima girîng e? Ji ber ku Kurd her tim rastî zext, polîtîkayên înkar û qirkirinê hatine, neçar bûn bi awayekî dengê xwe ragihînin cîhanê. Diviyabû ziman, çand û dîroka xwe ji cîhanê û raya giştî re ragihînin. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku rojnamevaniya Kurdî di heman demê de tê maneya deng û hawara Kurdan."

Mîrateya wan bi Xwebûnê dewam dike

Ertaş diyar kir ku di salên 1990'î de bi pêşketina têkoşîna azadiyê ya Kurdan re çapemeniya Kurd derbasî qonaxeke nû bûye û got ku di warê xwedîderketin û parastina ziman û çanda Kurdî de çapemeniya Kurd xwedî roleke girîng e. Ertaş got: "Wê demê çapemenî zêde pêş neketibû, tenê rojname dihatin weşandin. Îro, mîrateya ji wan hatiye wergirtin bi Xwebûnê didome. Her ku tevgera azadiya Kurd pêş ket, gel xwedî li ziman, çand û çapemeniya xwe derket."

Bi rojnameyan çav û guh vedibin

Ertaş îşaret bi wê yekê kir ku çapemeniya Kurd deng, çav û zimanê gelê Kurd e û wiha pê de çû: “Ger di nav miletekî de rojnamevanî kêm bibe, hafizeya wê civakê jî kêm dibe. Dîroka wê civakê tê jibîrkirin. Lê dema rojnamevanî di nav gel de pêş dikeve, çav û guhên gel vedibin û haya gel ji qewimînan çêdibe. Rojnamevaniya krudî pêş ketiye, lê asta heyî jî ne bi dilê me ye. Li Tirkiyeyê piraniya ciwanan bi Tirkî diaxivin û rojnameyên bi tirkî dixwînin. Em dikarin bi hev re vê pirsgirêkê çareser bikin. Aliyê siyasî, çandî û civakî yên vê pirsgirêkê hene. Di vî warî de divê hemû saziyên ku li ser ziman û çanda Kurdî dixebitin, xwedî li rojnamevaniya Kurdî derkevin." 

Em deyndarê wan in

Ertaş destnîşan kir Çapemeniya Azad her tim rastî zextên dewletê tê û bibîr xist ku di salên 1990'î de rojnamevanên Kurd hatine qetilkirin. Ertaş diyar kir ku divê her kes xwedî li rojnamevaniya Kurdî derkeve û got: “Em deyndarê Apê Mûsa û Gurbetelliyan e, em deyndarê Mazlûm Dogan in. Ji ber vê yekê divê em her tim vê mîrateyê biparêzin û xwedî lê derkevin." 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.