Rojnamevanek din hat kuştin

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 20 Kanûn 2023 - 00:39

Di encama şerê di navbera Îsraîl û Hamasê yên ji ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve li ser Xezeyê nêzî 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Tê gotin ku di bin xirbeyan de bi sedan cenaze hene. Rojnamevan jî para ji xwe şer digirin û têne hedef girtin. Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Ofîsa Medyayê ve hat dayîn de, hat diyarkirin di encama bombebarana Îsraîlê ya mala malbata wê ya li Kampa Penaberan a Nuseyrat a li beşa navenda Xezayê de rojnamevan Hanîn Al-Kaştan jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniya berê ya ji aliyê Ofîsa Medyayê ve hatibû dayîn de, hat diyar kirin ku Îsraîl li Xezayê ji bo rastiyan veşêre û gihandina nûçe û agahiyan a ji bo raya giştî ya herêmê û navneteweyî asteng bike, bi zanebûn rojnamevanan qetil dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.