Rojhilatiyan dibin nêzî Mexmûrê
Şemî 16 Îlon 2023 - 12:05

Wêne: Laurent Perpigna Iban / Hans Lucas via AFP
Li gorî nûçeya ArabNewsê, hêzên PAK´ê yên ku sîlehên xwe teslîmê PDK´ê kirine, nêzî Mexmûrî hatine bicihkirin.
Halê hazir Fuad Husseyin, yanî wezîrê karê derve yê Kurd ê Iraqê li Tehranê ye da ku bicihkirina lihevkirina bêçekkirin û dûrkirina kampên hêzên Rojhilatî ji sînorê Îranê, minaqeşe bikin.
Li gorî ArabNewsê rayedarekî ji hikûmeta Hewlêrê daye zanîn ku PAK´ê sîlehên xwe teslîm kirine û ew ê di demeke kurt de li nêzî Mexmûrê bên bicihkirin.
Li “gorî wî çavkaniyî, rewşa aborî ya Başûr, kiriye ku ew serî li ber zexta Îran û Bexdayê bitewîne.
Beriya wê jî li Balekayetî PDK-Îranê baregeha xwe hilweşandibû.
Mexmûr qederê 90 lîlometreyan dûrî Hewlêrê û 120 kîlometreyan dûrî Mûsilê ye. Ew ji wan deveran e ku li ser ê nakokî heye di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Li Mexmûrê li Kampa Şehîd Rustem Cûdî bêhtirî 11 hezar Kurdên ji bakurê Kurdistanê jî penaber in.
NAVENDA NÛÇEYAN















