Rojhilat rohniya çavan e
Çarşem 21 Îlon 2022 - 22:30
- Di çalakiyên li seranserê Îranê de hem li dijî zexta rejîmê xelk rabû ser piyan û hem jî ji bo destekê bide raperîna gelê Rojhilatê Kurdistanê. Li gorî daneyên berdest heta niha di êrişên hêzên rejîmê de 7 welatî şehîd bûne û 250 jî birîndar bûne.
Piştî ku 16´ê Îlonê li tehranê polêsê hîcabê yê rejîma Îranê jina ciwan a Kurd Jîna Mehsa Amînî bi êşkenceyê şehîd kir, li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û her wiha gelek bajarên Îranê çalakiyên li dijî rejîmê û zext û ferza wê ya hîcabê û dagirkeriya wê ya li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin.
Hêzên rejîmê doh û pêr bi şev jî êrişên xwe li dijî neraziyên li Rojhilatê Kurdistanê û gelek bajarên Îranê dewam kirin. Li gorî daneyên doh berdest bûn, di êrişên hêzên rejîmê de 7 kes şehîd bûne û 250 kes jî birîndar bûne. Di nava birîndaran de gelek zarok jî hene.
Ji pêr êvarê û û pê ve xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê xurttir û zêdetir bûn. Li gelek bajaran xwepêşandêran destûr neda polêsê rejîmê dest werde çalakiyê. Li gelek bajaran din jî polêsan gelek kes qetilkirin û bêhtir kes jîr birîndar kirin. Di nava birîdanran de Dîna Zehrayî ya 10 salî jî heye. Hêzên rejîmê ew li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Bukanê bi gelek berên saçilmeyê ji ser û laşê wê bi giranî birîndar kirin.
Îranê vê carê pişta Kurdistanê girt
Li bajarê Urmiyê, çalakvanên Azerî, bi xwepêşandanekê piştgiriya xwe ya ji bo Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir. Wan slogana “Destekê bide Kurdistanê” got û bang li xelkê kir da ku ji bo azadiyê bêhtir destekê bidin raperîn û serhildana li Rojhilatê Kurdistanê.
Li Tehranê jî xwepêşandanan yek ji rêyên herî sereke yên bajêr, rêya Hafiz li çûn û hatinê girt û nîşan û sembolên rejîmê yên li ser rê, pirr û meydanan jî şewitandin. li gelek deverên Tehranê ji bilî slogana “Jin jiyan azadî” slogana “Kurdistan rohniya çavê Îran” jî deng veda.
Di çalakiya li bajarê duyem ê mezin ê Îranê Meşhedê de pêr bi şev xwepêşandêran bi ser gelek navendên rejîmê de girt û gelek maşînên polêsan şewitandin yan jî kirin ku nikaribin bên bikaranîn.
Destekeke ji Başûrê Kurdistanê ya ji bo Jîna Amînî ji parlamena Hewlêrê hat. Parlamenê sersaxî ji malbata Jîna Amînî re xwest û endamên wê jî ji bo şehîdê deqîqeyekeê rêz girt.
Li seranserê Rojhilat çalakî
Li Rojhilatê Kurdistanê çalakî hema hema li temamê bajar û navçeyan hene. Di dîmen û wêneyên ji Bukan, Mehabad, Dehgulan, Merîwan, Seqiz, Urmiye, Sine û gelek navçe û bajarên din, nîşan didin ku perspektîfa vêî raperînê “Jin jiyan azadî” ye.
Di çalakiyan de li gorî daneyên doh hatin berhevkirin, heta niha ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve 7 kes hatine şehîdkirin, qederê 250 kesan birîndar bûne. Hêzên rejîmê wekî din zêdetirî 500 kesan jî kirine nezaretê. Lê ev hejmar ne qetî û vebirrî ne, ji ber ku gelek kes hene yên ku hatine girtin aqubeta wan hîna nediyar e. Agahiyên ji gelek navçe û bajaran jî ne berdest in.
Bîlançoya demkî
Çalakî û xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dikin; bîlançoyeke demkî ya ji agahiyên berdest, li gorî navçe û bajaran weke li jêr e:
Dehgulan: 1 şehîd, 20 birîndar
Sine: 1 şehîd, 3 birîndar
Dîwandere: 2 şehîd, 40 birîndar
Mehabad: 1 şehîd, 10 birîndar
Bokan: 10 birîndar
Kamyaran: 10 birîndar
Qorwe: 20 birîndar
Bîcarya: 11 birîndar
Bane: 8 birîndar
Tîkap: 11 birîndar
Nexede: 50 birîndar
Urmiye: 1 mirî 10 birîndar
Pîranşar: 1 mirî 10 birîndar
Kirmaşan: 30 birîndar
NAVENDA NÛÇEYAN