Rojhilat nimûneya têkoşîna hevpar e

Duşem 19 Kanûn 2022 - 01:53

  • Siyasetzan Dastan Jasim dibêje, divê Kurd ji Kurdên Rojhilat hîn bibin ku bi hev re ji bo doza xwe kar bikin. Ew ji bo siyaseta Elman jî dibêje, êdî wext e ku siyaseta dîn a Elmanyayê ya ku Tirkiye û Îran ji bo tesîrkirina li Elmanyayê bi kar tînin, bikeve ber lêpirsîneke bi minaqeşeyan. 

LUQMAN GULDIVÊ

 

Li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê raperîna gel a li dijî rejîma heyî ji 16´ê Îlonê ve bênavber dewam dike û tevî zilma bêsînor a dewleta Îranê jî ev raperîn bi rengên cihê dewam dike. 

Siyasetzan û xwendekara doktorayê Dastan Jasim rewşa li rojhilatê Kurdistanê ji nêz ve dişopîne û li ser meseleyê têra xwe şareza ye. Me bi wê re li ser rewşa heyî ya li Rojhilat û ya li Îranê peyivîn û me pirsên xwe li ser helwêsta siyaset û çapemeniya Elman a beramberî raperînê jî jê xef nekirin. Wê îşaret bi wê yekê kir ku rejîmê Rojhilatê Kurdistanê bi xurtî mîlîtarîze kiriye, lê beramberî vê Rojhilatê Kurdistanê nimûneyeke kêmdîtî ya hevkariya aliyên Kurdistanî hemûyan nîşan dide. Ew vê yekê weke kêmasiyeke li aliyên din ên Kurdistanê dibîne û weke yekê ji aliyên herî xurt ê tevgera raperînê yan jî şoreşa “Jin jiyan azadî” dibîne.   

 

Dastan Ji destpêka raperînê ve tu bûyeran ji nêz ve dişopînî. Niha li Rojhilatê Kurdistanê rewşa dawî çi ye? 

Rojhilat niha bi awayekî dijwar hatiye milîtarîzekirin. Hikûmeta rejîmê, leşker, maşînên giran ên leşkerî şandine bajarên Rojhilat. Li kolanan besîc  [caşên rejîmê] hene. Li ser rêyan li her derî kontrol hene. Hêzên rejîmê bi ser malên xelkê de digirin. Zilmeke mezin a xelkê Rojhilat heye. 

Lê dîsa jî hema hema her roj ew awayên nû yên çalakiyan û berxwedanê bi pêş dixin. Mesela ciwan bendan datînin, grev tên kirin. Yan jî beriya çendekê fîşekên hewayî hatin teqandin ji bo pîrozkirina biryara derxistina Îranê ji Komîsyona Mafên Jinan a Neteweyên Yekbûyî. Yanî mirov her roj bi tiştekî nû dikin. Û em dibînin ku hêzên Îranê zehmetiyan dikişînin. 

Mesela dîsa beriya çendekê, hat zanîn ku nûnerên wezareta dadê ji Tehranê çûne Sine. Lewma meqamê hepsan, înfazkirina cezayan li Sine dan zanîn ku ew êdî hew karin bi cezayên tên birrîn serî derxin. Ew di heman demê de ji çalakiyên protestoyê yên xelkê ditirsin. Em dibînin ku li navendê [Tehranê] her tişt tê kirin da ku li keviyê [Rojhilatê Kurdistanê li gorî navenda desthilatê kevî ye] desthilat bê misogerkirin.

 

Ev hêz û enerjiya hanê ya xelkê ji ku tê?

Tevgera li Rojhilat, têkoşîna siyasî ya bênavber a herî demdirêj e li Kurdistanê. Tecrûbeya wan gelek e, hem di warê xwe birêxistinkirinê de û hem jî di warê xwe bi dizî birêxistinkirinê de jî. Tecrûbeya xelkê ya mezin a seferberiyê heye û di heman demê de nasnameya Kurdî jî gelekî xurt e. Hewldanên asîmîlasyonê yên rejîmên Îranê jî ti carî neçûne serî. Ji ber vê jî enerjiya xelkê gelek e. Lewma di warê berxwedanê de ew şareza ne. Malbata Jîna Amînî jî bi ya min nimûneyeke gelekî baş e ji bo vê berxwedana wêrek.

 

Ji niha û pê ve ev berxwedan û ev têkoşîn wê ber bi ku ve biçe?   

Ya ku ez dibînim, vê carê şensê serketinê heye û ne xirab e jî. Lewma, li gorî xwepêşandanên beriya niha, ev xwepêşandan di warê tebeqeyên civakî de pirr berfereh e. Di nava xelkên Îranê de piştgiriyeke mezin heye. Êdî her diçe bêhtir Îranî li xwe mikur tên û dibêjin; “Erê xebera Kurdan bû, analîza wan rast bû. Ew ji destpêkê ve li dijî rejîmê bûn. Em jî niha tê digihin, bi vê rejîmê re mirov nikare li hev bike. Yekane rê şoreş e.”

Em Kurd jî, me di rabihuriyê de Rojhilat gelekî ew îhmal kir, me kêm îhtîmam pê da. Ez bawer dikim ev şaşiyeke mezin bû û niha em vê dibînin. 

 

Em dibînin ku li Kirmanşan û Îlamê jî raperîn xurt e. Ew bi xwe ne xwediyê wê tecrûbeya dûvdirêj a berxwedanê ne. ev rewşeke nû ye ji bo Rojhilatê Kurdistanê…        

Berê di serdema şahtiyê û her wiha di serdema vê rejîmê de li Îlam û Kirmaşanê siyaseteke xwe disipêre nasnameyeke dînî dihat birêvebirin. Armanca vê siyasetê ew bû ku mezheb û dînên cihê yên Kurdan li dijî hev sor bike. Weke nimûne, wan Kurdên ji mezheba Şîî dikirin endamên xwe, nexasim jî serekeşîr, rêberên dînî û kesên xuya dikirin endamên xwe. Ji bo wan xisûsên nasnameya dînî muhim bûn. 

Lê niha nifşekî nû yê ciwanan heye ku ji bo wan xisûsên nasnameya dînî êdî ne muhim in. Ew doz sîstemeke nû dikin; bi Kurdên din re dikarin xwe di nava sîstemekê de bibînin.

 

Mirov niha rewşa seranserê Îranê çawa bibêne?

Li seranserê Îranê em dikarin behsa du sinifên xwepêşandan û protestoyê bikin. Li aliyekî protestoyên li Kurdistan û Belûcistanê hene. Miameleya bi van xwepêşandanan re weke şer e, şerekî di nava dewletekê de. Yanî li wan deveran artêş bi navgînên leşkerî yekser êriş dike. 

Li aliyê din jî li navendên bajarî jî protesto hene, rejîm hewl dide bi stratejiyeke din bi wan re miamele bike. Cezayên hepsê û înfazkirina cezayên îdamê hewl dide xelkê bitirsîne. Yanî esas rejîm dizane ku nikare li navendên bajarî, weke li Kurdistan û Belûcistanê dike, êrişî protestoyan bike. Ji ber vê jî hewl dide bi girtin, cezakirin û înfazkirina îdaman xelkê çavtirsandî bike. Lê belê ev jî tesîreke kêm dike, xelk çalakiyên xwe dewam dikin. Wekî din em dibînin ku bajar bi dorê çalakiyan dikin da ku zext li ser deverekê zêde zêde nebe û hêzên dewletê jî timî ji cihekî biçin cihekî din.

 

Yanî em dikarin behsa birêxistinbûneke çêtir a tevgerên li pişta protestoyan bikin!

Stratejiyên heyî weke bendan û grevan, yên berê ne. Ne nû ne. Lê ya ku niha nû ye, analîza xelkê welêt bi xwe ye. Berê beşeke mezin a xelkê digot, armancên Kurdan ji yên me gelekî cihê ne. Yanî gava Kurdan protesto dikir, xelkê navendê digot, ev ne doza me ye. Berevajiyê vê jî lê ye. Li navendê gelek caran çaksazî, reformxwazî derdiket pêş. Li başûrê Îranê li cihên ku karkerên sektora petrolê lê bûn, grevên mezin dibûn, lê xelkê mayî digot, ew grevê dikin, ji ber şert û mercên wan ên kar xirab in. Lê vê carê hemû li hev dikin ku divê rejîm biguhere. Ji ber vê yekê encam û berên rêxistinê bêhtir in. Lê birêxistinbûn bi xwe bi ya min gelekî klasîk e. Me di greva giştî de jî dît, li tevahiya navendan grev hat kirin û vê tesîreke mezin jî kir. 

 

Beriya çend rojekê li ser Deriyê Brandenburgê ê li Berlînê, bi rohniyê “Jin jiyan azadî” hat nîşan dan. Ji aliyên siyaset û civakî yên Elmayyayê destekeke mezin çêbû. Lê Kurd nehatin dîtin. Ev ne pirsgirêk e?  

Bi ya min pirsgirêkeke dualî heye. Xelk slogana tevgera Kurd “Jin jiyan azadî” bi kar tînin, di heman demê de qisma ku wan ziwêr dike, yanî aliyê elaqedarî tevgera Kurd, nabînin, naxwazin bibînin. Tê bîra min gava ku girtiyên Kurd li ber bidarvekirinê bûn, me nekarî kesekî din ji derveyî rêxistinên Kurd seferber bikin. Yanî piştgiriyeke selektîf, ya neqandî heye, nexasim gava ku mesele ji Îranê dibihure û dikeve nava eqarên Tirkiyeyê.   

Lê li aliyê din jî em berê rexneyê bidin tevgerên Kurd ên parçeyên din ên ku bi awayekî sîstematîk xwe li Rojhilat kerr û kor kirin. Ji bo me Kurdan dersa muhimtir ew e ku em Kurd lazim e bêhtir hîn bibin ku em bi hev re hev du seferber bikin. Heger em vê bikin, û em xwedî sloganê xwe derkevin, strukturên xwe bi hev re organîze bikin, hingê ew tişta em li jor behsa wê dikin wê hîç neqewime. 

 

PKK li pişt slogana “Jin jiyan azadî” ye; lê Berlînê PKK qedexe kiriye. Ev ne ecêb e ku niha hema hema temamê siyaseta li Berlînê dibêje “Jin jiyan azadî”?

Elmanya wê siyaseta xwe disipêre berjewendiyan bi carekê neguhere. Berjewendiyên siyasî yên Ewrûpayê jî wê bi lez neyêne guhertin. Lê bi ya min van çend mehên dawiyê nîşan da ku em dikarin tiştekî bi ser bixin. Rojhilatî jî hatin tepisandin li Ewrûpayê. Lê ew bi hev re û bêyî sînorên partiyan kar dikin. Yanî Rojhilatiyên PDK´yî, Komeleyî û PJAK´î bi hev re kar dikin. Lazim e divê em jî vê li cem xwe bikin çand. Lewma tişta di destê me de, kirinên me ne. Yanî ez nikarim siyaseta derve ya Elman bi hêsanî biguherim, lê ez dikarim înstrumanên xwe biguherim ji bo ku rewşa xwe baştir bikim. 

Rojhilatiyan timî piştgiriya parçeyên din ên Kurdistanê kir. Gelek Rojhilatî li Başûr, Bakur û Rojava şer kirin, çalak bûn û canê xwe ji dest dan. Tişta herî xurt niha ji bo Kurdan ew e ku karibin hêzên xwe yên navxwe sefer ber bikin. 

 

Têkiliyên hikûmetên Elman bi rejîmê re ji mêj baş in, tevî raperînê jî hîna têkiliyên hin partiyên di hikûmeta Elman de jî bi rejîmê re baş in. Gelo ev rewş wê biguhere?  

Ez dibêjim, erê wê biguhere ji ber sedemên stratejîk. Lewma rejîmê gelek siyasetvanên Elman kirin lîsteyên sor, ji ber wê lazim e siyaseta Elman bersivekê bide. Di heman demê de guherîna minaqeşeyan lazim e. Ev dostaniya berê ya bi rejîmê re ew bû, ku wan karîbû berî îmajeke diyar bifiroşin. Îmajeke ku dewleta Tirk jî difiroşe. 

Ew dibêjin, ew mirovên dîndar in ku dikarin xwe bigihînin mirovên dîndar û ew dergehek in ji bo lihevkirina miletan. Hikûmet li cihekî wiha ne, ku hewl didin peywendiyan deynin bi wan aliyan re ku bi wan karibin komên din bi rê ve bibin. Yanî mesele menagement [rêveberiya îdarî] ye. Ev divê esasî biguhere. Va ye di siyasetê hin  kesan dest bi xwerexnekirinê kirine. Ew siyaseta dîn li Elmanyayê dixin ber lêpirsînê. Di nimûneyên Îran û Tirkiyeyê de em dibînin ku siyaseta dîn a Elmanyayê weke amûra tesîrkirinê tê bikaranîn. Bi ya min di vê minaqeşe bên kirin.     

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.