Koma şanoyê "Kaya" ji Rojhilatê Kurdistanê çû Rojavayê Kurdistanê da ku tev li mihrîcana şanoyê bibe. Endamên komê piştî nîşandana lîstika xwe, hestên xwe parve kirin.
Cara yekem komeke şanoyê ji Rojhilatê Kurdistanê beşdarî Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê ya 6`an dibe. Ev koma şanoyê ‘Kaya’ ye, 40 endamên wê hene û beriya 13 salan li bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê hatiye avakirin.
Şanogeran doh lîstika xwe ya bi navê “Xewnên Reş” li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê lîst. Derhênerî û senaryoya wê Kawa Mihemedzada kiriye. Di lîstikê de 2 lîstikvan hene; Saba Şah Mihemedî û Melîka Mustefawî.
Lîstikvanên lîstika “Xewnên Reş” li ser beşdarbûna xwe û hestên hatina Rojavayê Kurdistanê jî axivîn.
Karên hevbeş di navbera Rojhilat û Rojava de
Saba Şah Mihemedî, ev 8 sal in şanogerî û derhêneriya şanoyan dike. Wê got, ew bi dilxweşî beşdarî mihrîcana şanoyê bûne: “Ji bo xizmeta gelê xwe û ya şanoyê me girîngî bi beşdarbûnê da. Hêvîdar im ji aliyê xebatên şanoyê ve, di navbera Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê de karekî hevbeş çêbe.”
Melîke Mustefawî jî ku ji zarokatiya xwe ve şanogeriyê dike, bal bire ser asta şanoyê li Rojhilatê Kurdistanê û got: “Asta şanoyê baş e, bi rêk û pêk tên nîşandan. Hejmara hezkiriyên şanoyê li Rojhilat di rêjeyeke bilind de ye, gelek şanoger li Bokanê hene.”
Melîka Mustefawî hêvî kir ku komên şanoyê yên ji Rojava jî beşdarî mihrîcanên li Rojhilat bibin û got, “Şanogeriya jinan jî serketî ye, dikare peyama xwe bi rêya şanoyan bigihîne.”
ANHA/QAMIŞLO