• Rojîn Mukriyan: Gava em berê xwe didin helwêsta xelkê Rojhilatê Kurdistanê, em dibînin ku ew xwe didin ber guleyan û gelek tehlûkeyan û dadikevin meydan û kolanan. Di vê rewşê de heger partiyeke siyasî ne hazir be ji bo yekhelwêstiya beramberî qirkirina Kurdan bi destê rejîmê, ev dawiya wê partiya siyasî ye. 

LUQMAN GULDIVÊ

 

Li navenda lêpirsînê ya istîxbarata rejîma Îranê (Îtlaet) a li Urmiyê, li ser hev di nava hefteyekê de du girtiyên siyasî yên Kurd bi êşkeceyê hatin şehîdkirin. Yek ji wan Peyman Gulvanî yê 24 salî bû. Ew ji Mehabadê bû. Hêzên rejîma Îranê 25´ê Hezîranê bi ser mala wî de girtin û ew birin navenda lêpirsîna Îtlaetê ya li Mehabadê û ji wir jî birin navenda Îtlaetê ya li Urmiyê.  Gava ku ew 8´ê Tîrmehê, yekşema bihurî di encama êşkenceyê de mir, rejîmê zext li malbatê kir da ku vê yekê weke mirina ji ber ketina ji devereke bilind nîşan bide. Lê êşkenceya li Peyman Gulvanî hatibû kirin, li ser laşê wî yê bêruh jî eşkere xuya bû. Hîna nû beriya wî bi êşkenceyê girtiyê siyasî Musa Îsmaîlî jî li heman navendê bi êşkenceyê hatibû qetilkirin. Hêzên Îranê xwestibûn şehîdkirina wî jî weke mirina ji ber nexweşiyê ferz bikin. Îsmaîlî jî gava şehîd bû 35 salî bû. Hêzên rejîma Îranê ew 7´ê Gulanê kiribûn nezaretê. Yanî hêzên rejîmê li navenda îtlaetê ya li Urmiyê di nava 24 saetan de du girtiyên siyasî yên Kurd bi êşkenceyê şehîd kirin. Ji ber vê nexasim li bajarê Mehabatê xelkê nerazîbûna xwe bi xwepêşandanan nîşan da. Tevî dewama 9 mehan a şoreşa jin jiyan azadî jî Rojhilatê Kurdistanê ji bo azadiyê çalak e.

Em li ser êrişên dewleta Îranê, xwepêşandanên gel û encama wan ji bo partiyên siyasî yên Kurd bi namzeta doktorayê û siyasetzana li Zanîngeha Corkê ya Îrlandayê Rojîn Mukriyan re peyivîn. 

Ew li ser xwepêşandanan dbêje, piştî ku cenazeyê Peyman Gulvanî dibin Mehabadê xwepêşandanên li dijî rejîmê dest pê dikin û wiha dewam dike: “Gava ku duşemê cenaze birin şûna şûştina kesê mirî, li wir xelk pêşwaziya cenazeyan dike û dirûşmeyên şehîd namirin dibêje. Ez dikarim bibêjim ku xelkê Mehabad xwedî li şehîdên xwe derdikeve; bi dirûşmeyên şehîd namirin û em rêya şehîd bernadin ev nîşan dan. 

 

Xelkê ji mizgeftan peyama berxwedanê da

Ew paşê dadikevin kolanan. Heta xelkê dest danî ser mizgeftê, li mizgeftê ji hoparlorên mizgeftê sirûdên şehîd namire û yên tekoşîna Kurd weşandin û gotin. Sirûda Ey Reqîb gotin.”

Di çalakiyan de helwêsta hêzên Îranê dijwar bû: “Hêzên rejîmê bi hêzên xwe yên istîxbarat û serkutkirinê dest werda xwepêşandana xelkê. Gelek kes kirin nezaretê. Di dîmenan de me dît ku gule hatine teqandin, dengê wan eşkere dihat bihîstin.”

Helwêsta partiyên siyasî çawa bû? Berê di dema destpêka şoreşa “Jin jiyan azadî” de wan gotibû, ew ne amade û xafil bûn, lê vê carê ev hiceta wan nîne. Me pirsa wê ji Rojîn Mukriyan kir: “Partiyên siyasî û aliyên Kurd jî xwedî derdikevin li şehîdan. Lê heta niha min beyannameyeke aliyên siyasî nedîtiye”.

 

Xelk bipêşketîtir e ji partiyan

Heger wisa ye, gelo vê carê aliyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê çawa dikarin derengmana xwe rave bikin. Wiha diyar e ku ew bi erka xwe ya pêşengiyê ranabin. Rojîn Mukriyan hewl dide vê yekê wiha rave bike: “Aliyên siyasî xwedî li şehîdan, nexasim jî şehîdên êşkenceyê xwedî derdikevin. Nexasim jî PJAK di van waran de gelekî hestiyar e. Sermeselê, beriya çendekê Îranê du peşmergeyên Hizbî Demokrat a Kurdistanê-Iranê şehîd kirin. PJAK di cih de xwedî li şehîdan derket. Niha 9 mehan piştî destpêkirina şoreşa Jin jiyan azadî, bêguman divê helwêstekî yekgirtî ya aliyên siyasî beramberê vê siyaseta qetilkirina bi êşkenceyê hebe. Gava em berê xwe didin helwêsta xelkê Rojhilatê Kurdistanê, em dibînin ku ew xwe didin ber guleyan û gelek tehlûkeyan û dadikevin meydan û kolanan. Di vê rewşê de heger partiyeke siyasî ne hazir be ji bo yekhelwêstiya beramberî qirkirina Kurdan bi destê rejîmê, ev dawiya wê partiya siyasî ye. Lewma civaka Kurd a li Rojhilat ji partiyên siyasî gelekî gelekî bipêşketîtir e. Ew bi hev re yekdeng û yekhelwêst in. Gava şehîdekî miletê Kurd çêdibe, xelk napirse ka çi bîr û çi îdeolojiya wî hebû. Ew bi yekdengî û yekhelwêstî têne ser kolan û meydanan.”

 

Yekhelwêstî wê bê nîşandan

Gelo partiyên siyasî yên Rojhilat vê peyama kolan û meydanên Rojhilatê Kurdistanê werdigirin? Rojîn Mukriyan e ku xwendekara doktorayê ye li Corkê geşbîn e: “Ez bi rastî gelekî xweşbîn û geşbîn im. Hêvî dikim ku aliyên siyasî yên Kurd bibin xwedî helwêstekî yekgirtî bin. Ez li benda nîşandana vê helwêstê me.”