Rojhat û Dogan şehîd bûn

Duşem 19 Îlon 2022 - 21:39

  • “Em careke din soza xwe ya serketinê û azadiyê ku me daye şehîdên xwe û gelê xwe dubare dikin.”

YPG`ê ragihand ku fermandar Rojhat Karakoçan û Dogan Amanos di êrişa hewayî ya dagirkeriya Tirk de li Eyn Îsayê şehîd bûne û got “Em careke din soza xwe ya serketinê û azadiyê ku me daye şehîdên xwe û gelê xwe dubare dikin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û got, “Di 16’ê Îlonê de li Eyn Îsayê di encama êrişa balefira bêmirov a artêşa Tirk a dagirker de hevrêyên me Rojhat Karakoçan û Dogan Amanos gihaştin asta şehadetê.

Hevrê Rojhat Karakoçan di sala 1980’yî de li Bakurê Kurdistanê li navçeya Depê ya Elezîzê hat dinyayê. Di nav şerê azadiyê de wekî endamekî malbateke welatparêz mezin bû û şekil girt. Hê zarok çû Ewrûpayê. Li hemberî şerê li welêt bêhelwêst nema û li Ewropayê tev li kar û xebatên tevgera Azadiyê bû, piştî demeke kurt li çiyayên azad tev li refên gerîlayên azadiyê bû. Li çiyayên Kurdistanê li gelek herêman gerîlatî kir û herî zêde jî li herêmên Dêrsim û Zagrosê ma. Di sala 2014’an de, bi despêkirina êrişên hovane yen DAIŞ`ê ve berê xwe da Kerkûk û Maxmûrê, li vir li hemberî DAIŞ`ê şer kir. Piştî ku êrişên DAIŞ`ê li Kobanî gihîşt lutkeyê, berê xwe da Kobanî û pêşengtiya şerê li hember DAIŞ`ê kir. Li Rojava di serî de li berxwedana Kobanî, di pêngavên Minbic, Reqa, Tebqa, Girê Spî û di gelek pêngavên din de jî wekî fermandarekî pêşeng erk girt û tev li van pêngavan bû.

Hevrê Dogan Amanos bi eslê xwe ji Mêrdinê ye, di sala 1979’an de li navçeya Îskenderûn ya ser bi Hatayê hat dinyayê. Sala 2005’an tev li nav refên Tevgera Azadiyê bû. Di sala 2013’an de derbasî Rojava bû û bi awayekî çalak tev li kar û xebatên şoreşê bû. Bi taybetî di şerê ku li hember DAIŞ’ê hat meşandin de bi awayekî çalak rol girt. Di vê çarçoveyê de tev li pêngavên Serêkaniyê, Minbic, Qadiriye, Mebrûka, Rabîa, Mişêrfa û Ceza bû. Her wiha di berxwedana Efrînê de jî cihê xwe girt. Hevrê Dogan di van pêngavan de gelek caran birîndar bû. Ruxmê vê birîndariya xwe hîn bi hers û çalakbûneke zêdetir, tev li têkoşînê bû.

Hemû berpirsiyartiyên ku diketin ser milên wî, bi awayekî serketî û kedeke mezin bi cîh dianî. Bi taybet li hember hovitiya DAIŞ`ê bi awayekî fedayî şer kir û di binxistina DAIŞ`ê de bû xwedî kedeke mezin.”

YPG´ê di dawiyê de got, “Em di şexsê her du fermandarên xwe de şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Ji malbatên wan hêja re û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em careke din soza xwe ya serketinê û azadiyê dubare dikin.”

Nasnameyê her du şehîdên YPG´ê wiha ye:

- Rojhat Karakoçan (Mehmet Gurbuz), kurê Qumriye û Xeyrî, sala 1980´yî li Karakoçanê hatiye dinê, 16´ê Îlona 2022´yan li Eyn Îsayê şehîd bû.

- Dogan Amanos (Mehmet Akyol), kurê Îlva û Şerîf, sala 1979´an li Skenderûnê  hatiye dinê, 16´ê Îlona 2022´yan li Eyn Îsayê şehîd bû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.