Rojên berxwedanê

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 14 Cotmeh 2021 - 01:52

Beriya bi 2 salan di vî wextî de li Serêkaniyê û Girê Spî êrişên dagirkeriyê yên Dewleta Tirk û çeteyên wê dest pê kiribûn. Dewleta Tirk a dagirker di 9´ê Cotmehê de êrişî Rojavayê Kurdistanê kir. Lê beriya vê êrişê hin bûyer hebûn. Divê pêşî em li ser wan bisekinin. Ji destpêka Şoreşa Rojava ve gefên Erdogan ên dagirkeriyê li dijî Rojava hebûn. Erdogan her carê bi daxuyanî û êrişan tevgeriya. 

Bi bahaneya ku ji aliyê Rojava êriş li dijî wan hene, her tim gef xwarin. Li ser vê yekê Emerîka ket nava tevgerê û ji bo dawî li van gefên Erdogan bîne, peymanek çêkir. Ev peyman jî di navbera Dewleta Tirk, Emerîka û QSD'ê de pêk hat. QSD'ê hêzên xwe yên eskerî ji ser sînor vekişandin û ew der radestî hêzên herêmî kirin. Dewleta Tirk jî hem ji erdê û hem jî ji hewayê li ser sînor tevgera xwe pêk anî. Lê tevî vê yekê jî dawî li gefên xwe neanîn.

Erdogan di dawiya Îlona 2019'an de çû Emerîkayê û li civîna Neteweyên Yekbûyî axivî. Erdogan nexşeyek nîşanî beşdarên civînê da û got, ew dikare pirsgirêka bi milyonan penaberan çareser bike. Nexşeya ku di destê Erdogan de bû, Rojavayê Kurdistanê bû. Erdogan ji bo dagirkeriya xwe mijara koçber û penaberan bi kar anî. Piştî ku Erdogan ji Emerîkayê vegeriya fermandar û wezîrên xwe civandin. Di vê civînê de jî peyama şer û dagirkeriyê hat dayîn. Serokomarê Tirk beşdarî vekirina meclîsa Tirk jî bû û di vê axaftina xwe de jî yekser li ser dagirkirina Rojava sekinî. Emerîkayê jî di 7'ê Cotmeha 2019'an de ragihand ku Dewleta Tirk wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkeve nava tevgerê, lewma jî ew ê leşkerên xwe vekişînin.

Emerîkayê bi vê biryarê re bi milyonan kes ji êrişên qirkirinê re berdan. Artêşa Tirk û çeteyên Erdogan jî di 9'ê Cotmehê de ketin nava tevgerê. Dewleta Tirk ji bo vê yekê bi hezaran çete li ser sînor bi cih kirin. Pêşî bi balafirên şer êriş birin ser Serêkaniyê û Girê Spî. Bi awayekî hemwext jî berê çeteyan dan ser bajar û gundan. Êrişên dagirkeriyê bi Serêkaniyê û Girê Spî sînordar neman. Li Dêrik, Qamişlo, Amûdê, Girkê Legê, Dirbêsiyê, Kobanê, Tirbespiyê, Minbic û Til Temirê jî êrişên dagirkeriyê pêk hatin. Şervanên QSD'ê jî ji bo parastina gel ketin nava tevgerê û berxwedaneke dîrokî kirin.

Dewleta Tirk ji bo êrişên xwe rewa nîşan bide, li serxetê ango li Nisêbîn, Qoser, Cizîr, Pirsûs, Serêkaniyê, Kaniya Xezalan û Birecûgê zêdetirî 30 welatiyên sivîl qetil kirin. Armanc jî ew bû ku ji dinyayê re bêje va ye ji Rojava êriş li dijî wê tên kirin. Lê hem QSD'ê hem jî xelkê li Bakurê Kurdistanê eşkere kirin ku êriş ji aliyê qereqolên Artêşa Tirk ve hatine kirin. 

Berxwedana li dijî dagirkeriyê li meydana navneteweyî deng veda. Ji welatên Ewrûpayê heta welatên Ereban, ji dehan welatên cîhanê nerazîbûn li dijî dagirkeriyê nîşan dan. Bi dehan welatên Ewrûpayê diyar kirin ku ew êdî nema sîlehan difroşin Tirkiyê. Parlamena Ewrûpayê û Neteweyên Yekbûyî jî xwestin ku Erdogan dawî li êrişên xwe bîne. Televizyon, ajans, rojname û malperên cîhanê jî bi heman rengî bal kişandin ser êrişên dagirkeriyê. Senatoya Emerîkayê jî nerazîbûn nîşanî serokê welatê xwe Donald Trump da û got, divê ev dagirkerî were sekinandin. Ji bo vê yekê jî ambargo li dijî Tirkiyê û rayedarên wê ragihandin. Lê Erdogan û çeteyên wî nesekinîn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo parastina gel bi rêveberiya Şamê re rûnişt û xwest ku sînorên xwe biparêze. Li ser vê yekê leşkerên Sûrî li sînorên Kobanê, Tebqa, Minbic û Til Temirê bi cih bûn. Lê kesî pêşî li êrişên bi balafir û çekên giran negirt. Dagirkeran li Serêkaniyê û Girê Spî 235 kesên sivîl qetil kirin, di nava wan de jin û zarok jî hebûn; qederê 700 kesî birîndar bûn. Êirşên dagirkeran kirin ku 300 hezar kes ji cih û warên xwe bibin. Li ser rêya Til Temirê dema ku çeteyên Erdogan Hevseroka Partiya Paşerojê ya Sûrî Hevrîn Xelef qetil kir, dîmenên wê jî li çapemeniyê belav kirin. Çekên qedexekirî jî di navê de çekên fosforê li dijî gel û şervanan hatin bikaranîn. Vê yekê hêrsa Kurdistaniyan û dostên wan ên li Ewrûpayê zêdetir kir.

Çalakiyên girseyî bi şev û roj li bajar û paytextên Ewrûpayê pêk hatin. Serokomarê Tirk Erdogan û Serokê Emerîkayê Donald Trump ji ber van nerazîbûnan ketin tengasiyê. Lewma jî Trump ji neçarî heyetek şand Enqerê û li ser êrişên dagirkeriyê axivîn. Piştre jî peymanek çêkirin û agirbest ragihandin. Ji bo vê yekê jî 120 saet wext dan şervanên QSD'ê. Li gorî peymanê wê QSD xwe ji Serêkaniyê û Girê Spî vekişîne. Her wiha kesên ji cih û warên xwe bûne jî vegerin cihê xwe. QSD'ê ragihand ku li gorî biryarê tevgeriyaye. Lê tevî vê yekê jî êrişên dagirkeriyê nesekinîn. Piştî biryara agirbestê jî li Serêkaniyê û Girê Spî nêzî 50 şervanên QSD'ê û dehan welatiyên sivîl şehîd bûn.

Hem gefên Erdogan, hem jî êrişên dagirkeriyê li dijî Rojavayê Kurdistanê heta niha jî bi dawî nebûne. Heta ku Erdogan çend deverên din dagir neke, wê nesekine. Ew bê şer û alozî nikare bisekine. Pêdiviya wî bi şer heye û dîsa amadekariyan dike. Lê vê carê wê Emerîka û Rûsya çiqasî destûrê bidinê, nayê zanîn. Dibe ku vê carê destûrê nedin û dawî li desthilatdariya wî bînin. Ava serê Erdogan hêdî hêdî dikele.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.