- Di pîrozbahiyên li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê yên bi minasebeta salvegera 43´yan a damezrandina PKK’ê de bang hat kirin da ku Rêber Abdullah Ocalan fizîkî azad bibe.
Di pîrozbahiyên li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê yên bi minasebeta salvegera 43´yan a damezrandina PKK’ê de bang hat kirin da ku Rêber Abdullah Ocalan fizîkî azad bibe.
HESEKÊ: Şahî li hola Silko ya taxa Xişman a bajarê Hesekê hate lidarxistin. Bi sedan kes endamên navend û saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî şahiyê bûn. Endama Desteya Rêvebir a Meclisa Kantona Hesekê, Zeyneb Şîtka got, "PKK’ê ji destpêka damezrandina xwe ve ji bo azadiya gelên bindest û li dijî rejîm û siyasetên desthilatdar, ji bo pêkanîna edalet û wekheviya di navbera gelan de berdêlên mezin dane."
TIL TEMIR: Xelkê navçeyê li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan kom bû û salvegera damezirandina PKK'ê pîroz kir. Yek ji rêveberên meclisa herêmê, Çîçek Roj got, "Dîroka PKK'ê bi berxwedan û serketinê tê naskirin. Divê em bi diruşma dem dema azadiyê û azadiyê Rêber Ocalan e û serketina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têbikoşin."
DÊRIK: Xelkê Dêrikê û herêmên Koçerat û Beravê li navenda ciwanan a Şehîd Bawer a bajêr, kom bûn. Li ser navê malbatên şehîdan ên Dêrikê, Yûsif Hacî got, "Derxistina PKK’ê ji ´lîsteya terorê´ erkeke exlaqî ye, bi taybetî ji bo wan welatên ku banga azadî û demokrasiyê dikin."
GIRKÊ LEGÊ: Xelkê navçeyê li navenda Çand û Huner a Aram Tîgran aslvegra damezrandina PKK´ê pîroz kir. Koma Stêra Zêrîn a navenda Hîlala Zêrîn a kantona Qamişloyê stranên şoreşgerî pêşkêş kirin. Şivan Kobanê û Danîş Botan jî hunerê xwe pêşkêş kirin.
TIRBESPIYÊ: Xelkê navçeyê li qada Şaredariya Gel a rojavayê navçeyê şahî li dar xist. Endamê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Kilara Adîsa got, “Vejîna partiyê xaleke guhertin û veguhertinê di têkoşîna gelên azadîxwaz de bû.”
ÇILAXA: Xelkê navçeya Çilaxa li hola Rojava ya bakurê navçeyê şahiyek li dar xist.
Endamê PYD´ê, Kenan Berekat got, “Avabûna partiyê di demekê de hat ku gelê herêmê banga xelasiya ji qirkirinê dikir, ji lew re min eciband û ji xwe re bingeh girt.” Şahî bi govend û stranên şoreşgerî dewam kir.
SÊMALKA: Çalakiya li deriyê Sêmalkayê di roja xwe ya 56'an de ye. Xelkê kantona Hesekê û endamên Hêzên Ewlekriya Hundirîn pêr çûn serdalan çalakiyê û 27'ê Mijdarê salvegera damezirandina PKK'ê pîroz kirin.
KOBANÊ: TCŞ a Sûriyê ya herêma Firatê şahî bi beşariya bi sedan kesî li qada Şehîd Egîd a Kobanê orgenîze kir. Hevserokê TCŞ a Sûriyê ya Herêma Firatê Mihemed Mehmûd got, îsal wê bibe sala azadiya Rêber Abdullah Ocalan.
HELEB: Bi hezaran kesî Helebê, li meydana Şehîdan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd salvegera damezrandina PKK´ê pîroz kir. Hunermed Ehmed Xanî, Koma Agirî ya stranan, Koma Şehîd Serhad a dîlanên folklorî, Koma Çiya Hawar û komeke hunermendên din stran û govend pêşkêş kirin û beşdaran govend gerand.
NAVENDA NÛÇEYAN