Rojava xeta me ya sor e

Sêşem 3 Kanûn 2024 - 03:15

  • Li Ewrûpayê Kurd piştî banga lezgîn a KCDK-E û CDK-F’yê ya ji bo parastina Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herikîne meydanan. Kurdan di çalakiyan de gotin: Em bi berxwedanê biser ketin, em ê bi berxwedanê biparêzin.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li banliyoyên Villiers le Bel û Drancy yên paytexta Fransayê Parisê çalakî hatin lidarxistin.

VILLIERS LE BEL

Kurdistanî li ser banga Meclîsa Gel a Demokratîk a Villiers Le Belê li ber îstasyona Villiers Le Bel kom bûn û meşiyan. Gel bi pankarta "Ji Rojavayê re Statuya Navneteweyî" û alayên YPG-YPJ'ê dest bi meşê kir û timî dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Rojava wê ji çeteyên DAÎŞ’ê re bibe goristan” û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Meş her ku çû qelebalixtir bû. Girseyê meşa xwe li ber Komaleya Gelan a Demokratîk a Villiers Le Bel bi dawî kir. Piştî meşê li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk a Villiers Le Belê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û hate gotin: “Li Rojava bi felsefeya Rêber Apo şoreşek pêk hat. Kurdan bi ciwan û extiyarên xwe ve ev şoreş pêk anî. Şoreşa Rojavayê şoreşa jinê ye. Em çawa bi berxwedanê bi ser ketin, em ê bi berxwedanê destkeftiyên xwe biparêzin."

DRANCY

Gel li ser banga lezgîn a çalakiyan a CDK-F'ê li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancyê li hev kom bû. Li ser navê Meclîsa Gel a Drancyê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û wiha hat gotin:"Şoreşa Rojavayê bi kedeke mezin pêk hat. Gelê Kurd çawa Rojava radestî çeteyên DAÎŞ'ê nekir, wê îro jî nede destê çeteyan. Em ê destkeftiyên Rojava heta hetayê biparêzin. Em careke din destnîşan dikin; divê dewleta Tirk dawî li polîtîkayên xwe yên qirker û êrîşên xwe yên hovane bîne. Bi vî awayî nikare tu tiştî bi dest bixe. Tekanê rê aşitî ye. Rêya aşitiyê jî j Îmraliyê derbas dibe." Gel timî dirûşmeya "Bijî berxwedana Rojavayê" berz kir.

EVRY

Ciwanên Kurd li herêma Evryê jî daketin qadan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Til Rifatê protesto kirin.

Ciwanên li ber avahiya Komeleya Gel a Demokratîk a Evryê hatin ba hev, heta gara Grignyê meşiyan. Ciwanan di meşê de bêyî navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana YPG" û “Bijî berxwedana YPJ" berz kirin.

Ciwanan piştî meşê li ber gara Grignyê daxuyanî da û got:“Ciwanên Kurd li Kobanê bi ruhê berxwedanê dîrok nivîsand, wê îro jî çeteyan têk bibe. Weke ciwanên Kurd em ê timî xwedî li deskeftiyên gelê xwe derkevin. Heta êrîş bidomin em ê li qadan bin û têkoşînê mezin bikin.”

Em ê Şoreşa Rojava biparêzin

Bi banga Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê CDK/S û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê YJK-S jî, li bajarên Swîsreyê xelk herikîn meydanan û êriş protesto kirin.

ZURÎH

Li gara trenê ya navendî ya Zûrihê, Kurd û dostên xwe êriş protesto kirin.Di çalakiyê de bi navê Meclîsa Zûrîhê DEM-KURD’ê Emrah Kara û hevseroka CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya axivîn. Emrah Kara destnîşan kir ku Rojava ji bo Kurdan xeta sor e û got:’’Çi dibe bila bibe wê gelê Kurd dest ji destketiyên xwe yên li Rojava bernede. Di her şertî de em ê li meydanan bibin û li kêleka xelkê Rojava bin.’’ Hevseroka CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya jî got:’’Em hevrêyên Arîn Mîrkan in. Ew ê çete wenda bikin û em ê wan ji ser xaka xwe biqewitînin.’’ Çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Rojava’ bidawî bû.

AARAU

Kurdên ku li pêş îstasyona trenê ya Aarau hatin ba hev, bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Es lebe Rojava’, êriş protesto kirin. Bi navê girseyê Hevserokê Meclîsa Gel a Şehîd Mehmet Tunç, Îdrîs Uzkaş axivî û got:’’Dewleta Tirk piştgirî dide çeteyan û êrişê gelê Kurd dike. Çawa ku li Rojava ewladên gelê Kurd çeteyên DAIŞ’ê kirin sergoya dîrokê, vê carê wê çeteyên El Nusra tine bike. Em ê li her qadê têkoşînê bidomînin. Banga me li gelê me ye ku xwedî li Rojava derketin.’’

LUZERN

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Kurd û dostên xwe li Luzernê jî êrişên li dijî Rojava rûreş kirin. Bi navê Meclîsa Luzernê Ercan Guneş axivî û got:’’Weke tevgera me diyar kir, seferberiyek hatiye ragihandin. Em ê jî weke xelkê Kurd ên li Ewrûpayê, hertim li meydanan bin.”  Endamê Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E’yê Mûsa Farisogullari jî got:’’Dixuyê ku dewletên statûkoparêz, dixwazin Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe, jinûve dîzayn bikin. Dixwazin li ser gelê me û destketiyên wê şerekî mezin destpê bikin. Em jî banga Tevgera xwe bidest digirin û em ê hertim weke gel li meydanan bin. Divê em di şerê gel de cihê xwe bigrin û bi rihê seferberiyê Rojava biparêzin.’’ Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Luzernê Mehmet Demîr jî got:’’Em ê bi îdeolojiya Rêber APO, bi wêrekiya Şehîd Asya û Şehîd Rojger, şer mezin bikin û faşîzmê bi erdê re bikin yek. Li her çar aliyê cîhanê em ê têkoşînê mezin bikin, vê zîhniyeta faşîst tine bikin. Dem dema daketina meydanan, mezinkirina berxwedanê û dema parastina azadiyê ye!’’

BERN

Kurd û dostên xwe yên li pêş stasyona Trenê ya Bernê hatin ba hev, êrişên li ser Rojava û bakur û rojhilatê Sûriyeyê rûreş kirin. Di çalakiyê de Endamê TCŞ’ê Rojhat Dêrik daxuyanî xwend û got:’’Ev şerê bi xwîn ê li Sûriyeyê parçeyek ji pîlanên faşîst ê li dijî yekîtiya gelan û têkoşîna azadiyê ye. Em ê li dijî vê sîstema qirêj çok daneynin.’’ Nûnera YJK-S’ê jî got:’’Dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê yê paşverû, êrişê Rojava dikinû dixwazin aloziya li Sûriyeyê dijwartir bikin. Dixwazin destketiyên gel ku bi ked û xwîna xwe bidest xistine, tine bikin.Ji ber vê sedemê divê em şoreşê biparêzin.’’

Siyasetmedar Ferhat Encû jî got:’’Dewleta Tirk a faşîst bi çeteyên xwe êrişê gelê me dike. Îro roja berxwedanê ye. Roja xwedîderketina hebûna xwe ye.’’

BASEL

Kurdên li Baselê jî hatin ba hev û êriş rûreş kirin. Bi navê YJK-S’ê daxuyanî hate xwendin û hate gotin:’’Li pişt êrişa çeteyan dewleta Tirk heye. Parastina Rojava, parastina mirovahiyê ye. Banga me li gelê me, jinan, dostan û herkesê ew e ku, Şoreşa Rojava biparêzin!’’ Di daxuyaniya bi navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê jî hate gotin, divê li dijî gefên li beramberî destketiyên gelê Kurd, herkesek hişyar be.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.