Rojava pişta Rojhilat e

Çarşem 28 Îlon 2022 - 02:48

Li gelek herêm û deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim li Rojavayê Kurdistanê,  jinan bi çalakiyên cuda serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav kir û qetilkirina Jîna Amînî şermezar kir.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandanên li dijî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Amînî dewam dikin. Jîna Amînî 13’ê ‎Îlonê bi hinceta ku porê wê xuya dike hatibû girtin, û polêsên hîcabê yên rejîma Îranê ew bi êşkenceyê 16´ê Îlonê şehîd kir. Ji hingê ve li Rojhilatê Kurdistanê serhildan e. LOi rojava jî ev serhildan tenê nehat hiştin. 

HOL: Kongra Star li kampa Holê qetilkirina Jîna Amînî bi tundî şermezar kir û bang li ‎rêxistinên mirovî kir ku tundiya li dijî jinan bi dawî bikin. Endama kongrayê Bedriye ‎Hisên got, "Rûyên sûcan cihê ye û sûcdar yek in. Îro jinên bêlaçik bi hincetên olê tên qetilkirin."‎

TIL TEMIR: Li Til Temir a ser bi kantona Hesekê jî, Kongra Star li Çerxerêya Belde ya li naverasta navçeyê, çalakiyek li dijî ‎qetilkirina Jîna Amînî li dar xist.‎ Gelek jinan şarên serê xwe ji bo şermezarkirina kiryarên rejîma Îranê li dijî jinên li Rojhilatê ‎Kurdistan û Îranê şewitandin û pankartên "Em hemû Jîna Amînî ne" hilgirtin.‎

QAMIŞLO: Meclisa Navçeya Qamişloyê bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl û Kongra Star bi daxuyaniyekê qetilkirina Jîna Amînî şermezar kir. Cihgira hevserokatiya Meclisa Navçeya Qamişloyê, Xurfran Kewkeb got, "Li hemberî hemû cûreyên êrişên derexalqî yên li dijî tevahî jinên li cîhanê, em ê bêdeng nemînin."

KOBANÊ: Li Kobanê jî daxuyanî li ber avahiya Nivîsgeha Jinan a Saziya Olî, ji aliyê endama rêveber  a nivîsgehê Leyla Îsmaîl ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin li hemberî kiryarên faşîst ên li dijî jinan, bi taybetî yên desthilata Îranê yên li hemberî jinên Kurd bisekinin û hesab ji sûcdaran bixwazin.

EYN ÎSA: Li Eyn Îsayê jî jinan bi daxuyaniyekê serhildana jinan a Rojhilat û Îranê ya li hemberî siyasetên desthilata Îranê silav kir. Endama rêveber a Kongra Star Elhan Hemê got, sûcên rejîma Îranê li dijî tevahiya jinên têkoşer ên li hemberî zêhniyeta baviksalarî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.