Rojava nîşaneya rûmetê ye

Şemî 11 Çile 2025 - 03:05

Serokê Komeleya Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat got, "Rojava ji bo me taybet e" û diyar kir ku di vê dema krîtîk de divê Kurd li hev kom bibin, ji bo vê firsenda dîrokî ji dest bernedin bibin yek û têbikoşin. Mehmet Kasim Firat ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku piştî berxwedan, sirgûn û berdêlên bi sedan salan niha cîhan di şexsê Rojava de rastî û hêza gelê Kurd a li herêmê qebûl dike û ev firsenda dîrokî careke din bi dest nakeve. Kasim Firat destnîşan kir ku li Rojava ji bo gelê Kurd demeke dîrokî heye, sedsala derbasbûyî gelê Kurd bi pêşengiya Şêx Seîd û hevalên wî ji bo parastina hebûnê têkoşîneke mezin da destpêkirin, berdêlên giran da û got:"Dewleta Tirk sala 1924'an destûreke nû ya bingehî çêkir, hebûn, ziman, çanda Kurdan, yanî her tiştên Kurdan tine hesiband. Gelê Kurd ev yek qebûl nekir. Şêx Seîd û hevalên wî li hemberî vê yekê dest bi têkoşînê kirin û gotin, 'Em Kurd in, miletekî cuda ne. Ev der xaka me ye. Em neçar in li xaka xwe bi nirxên xwe bijîn. Çandeke me ya xweser û cuda heye. Ev yek hem ji aliyê olî ve hem jî ji aliyê mirovî ve mafên me ne'. Berxwedana ku wê rojê destpê kir li gel berdêlên giran 100 salî dewam kir. Bi milyonan Kurd ji cih û warê xwe bûn, komkujî hatin kirin. Tenê sedemeke vê berdêlê hebû, ew jî jiyaneke bi rûmet bû. Kurdên li Rojava îro ji bo hebûn û rûmeta xwe li ber xwe didin. Divê Kurd bibin yek, li dora hesabekî bibin yek. Li dora rewabûna xwe, bi hevsengiyên cîhanê û li ser bingeha hevkariya bi gelan re tifaqa xwe bikin. Kurd hemû divê li dora Rojava tifaqê ava bikin. Ev tifaq ne tenê pêwîstî ye, di heman demê de mecbûrî ye. Rojava nuqteyeke gelekî hesas e. Divê em hemû berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Wezîfeyeke me hemûyan heye; ew jî xurtkirina Rojava ye."

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.