Rojava modele divê bê parastin
Sêşem 10 Kanûn 2024 - 03:00
Li gel geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê, girîngiya pergala ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatî avakirin, di qada navneteweyî de ji nû ve hate rojevê. Parlamenterên Eniya Gel a Nû ya Fransayê û Tevgera Fransayê ya Berxwedêr têkildarî geşedanan daxuyaniyek dan û di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser girîngiya modela ji bo pêşeroja Sûriyeyê li Rojava hatî avakirin. Di daxuyaniya bi sernavê ‘Paşeroja Sûriyeyê aîdî gelên Sûriyeyê ye’ de ev yek hatin gotin:’’Rejîma Esad hilweşiya. Tu kes ji ber vê yekê xemgîn nabe. Divê ji ber sûcên giran were darizandin.
Lê belê divê bi baldarî têkiliyên kûr yên serok û koalîsyona şervanên ku ew têk birine yên li gel El Qaîdeyê werin nirxandin. Ji ber vê yekê, divê gelê Sûriyeyê di zûtirîn dem de li ser pêşeroja xwe bisekinin. Gelê Sûriyeyê ji bo pêkanîna serweriya xwe, aştiya navxweyî û jinûve avakirina neteweyî xwedî hemû derfetan e.’’ Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê modela ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatî avakirin, were parastin û hate gotin:’’Hikûmeta Rojava ya bi beşdariya gelên Kurd, Ereb, Suryanî û pêkhateyên din di vê pêvajoyê de modelekê pêşkêş dikin. Divê ev model ji gef û êrîşên dewleta Tirk were parastin.’’ Di daxuyaniyê bang hate kirin ku divê hêzên herêmî û navneteweyî destwerdana karên navxweyî yên Sûriyeyê nekin û hate ragihandin ku divê êdî di çareseriya pirsgirêkên herêmê de şer nebe rêbaza asayî.
NAVENDA NÛÇEYAN