Rojava ji bo cîhanê mînak e

Şemî 28 Kanûn 2024 - 02:40

ROZA METÎNA / AMED

Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglu têkildarî çalakiya nobetê ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê diyar kir ku Rojava bi pergala xwe nîşan daye ku jiyaneke nû dikare pêkan be, dikare jiyaneke nû bê avakirin û wiha got:” Loma ji bo em li Rojava xwedî derkevin çi ji destên me bê em ê bikin.”

Li dijî êrişên li hember Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li sînorê Pirsûs û Kobanê çalakiya nobedê hat destpêkirin. Nobeta ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat destpêkirin tevî astengiyan jî dewam dike. 

Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Rihayê Sema Aîşeoglu têkildarî çalakiyê banga têkoşîna hevpar kir û got:"Em bibin yek û li dijî êrişên tunehesibandinê têbikoşin." 

Tevî astengiyê li berxwe didin

Sema Aişeoglu da zanîn encax bi berxwedanê demokrasî bê û wiha got:”Ji bo girse li vir kom nebe hewldaneke mezin ji aliyê sîstemê ve heye. Vir tije polîs kirine û nahêlin gel bi awayekî rêk û pêk li hev kom bibe. Tên astengkirin. Lê belê ya girîng ew e ku em tevî astengiyan jî li berxwe didin. Çawa li Nisêbînê çalakiya nobetê ya li dijî êrişên li ser Rojava tê lidarxistin niha em jî li vir li dijî êrişan li berxwe didin. Çimkî encax em bi berxwedanê bi ser bikevin. Encax bi berxwedanê aştî, azadî, demokrasî û berxwedan bê.” 

Em van qedexena nas nakin

Sema Aişeoglu bi lêv kir ku ew qedexeyên li hemberî çalakiya xwe nas nakin û wiha pê de çû:”Niha hemû hêzên emperyalîst dixwazin polîtîkayên xwe yên tunekirinê li Rojava têxin meriyetê. Lê belê bi gelek saziyan li Pirsûsê em li ser sînorê Kobanê li berxwe didin. Em li dijî qedexeyan jî li berxwe didin. Çimkî berî çalakiya nobetê li Rihayê walîtiyê qedexeya çalakiyan îlan kir. Dîsa polîsan li ser rêyên ji Pirsûsê diçe ser sînorê  Kobanê nokteyên ewlehiyê ava kirin. Em van qedexena nas nakin.” 

Bi jinan modelek jiyanê hat avakirin 

Sema Aişeoglu bal bir ser rola jinan a li Rojavayê Kurdistanê û wiha dewam kir:”Li Rojava bi pêşengiya jinan modeleke jiyanê hat avakirin. Ev model jî ji bo me jêneger e. Ji bo ev modela jiyanê dewam bike jî em li berxwe didin. Ev yek ji bo hemû qadên me gelekî bi qîmet e. Ev jiyan yek ji destkeftiyên jinan ê girîng e. Loma jî em êrişeke nû ya li dijî rojava ne wekî jin ne jî wekî tu gelî naxwazin. Ji bo heq, hiqûq û edaleteke mayinde jî ev modele jiyanê gelekî girîng e. Li cihê ku jin pêşengiyê dike li wir jiyaneke wekhev heye. Bi êrişan di eslê xwe jiyana wekhev a li Rojava dibe hedef. Ji bo ev pergala li Rojava hilneweşe û destkeftiyên gelê kurd û hemû gelên li Rojava ji destên wan neçe em jî li ser sînorê Rojava dengê xwe bilind dikin û li berxwe didin.”

Rojava ji bo cîhanê mînak e

Sema Aişeoglu diyar kir ku sîstema li Rojava hatiye avakirin ji bo cîhanê mînakeke baş e û wiha got:”Rojava bi pergala xwe ji cîhanê re mînakek baş  û girîng e. Li dijî qetilkirina jinan li wir pergalek hat avakirin. Dîsa li dijî qetilkirina xwezayê, li dijî qedexekirina çand, huner, ziman û nasnameya gelan li Rojava berxwedanek heye. Li dijî tunehesibandina gelan û tunehesibandina jinan niha li Rojava berxwedanek heye. Rojava bi pergala xwe nîşan daye ku jiyaneke nû dikare pêkan be û dikare bê avakirin. Loma ji bo em li Rojava xwedî derkevin çi ji destên me bê em ê bikin.”

Em jiyaneke demokratîk dixwazin 

Sema Aişeoglu da zanîn ew jiyaneke demokratik û azad dixwazin û wiha got:”Piştî ku rejîma Esad hilweşiya şûnde hevsengiya li Sûriyeyê guherî. Lê belê hêviya me ew e ku li Sûriyeyê pergala Rojava jî bi sekna xwe bê qebûlkirin. Em ber bi sala nû ve diçin û em dixwazin li Sûriyeyê jiyaneke demokratîk bê avakirin. Em jiyaneke demokratîk dixwazin.”

Banga têkoşîna hevpar 

Sema Aişeoglu banga têkoşîna hevpar a li dijî êrişan kir û wiha bi dawî kir:”Wê nobeta me dewam bike. Loma em banga li her sazî, dezgeh û her kesên xwedî wijdan dikin bila werin em bi hev re dengê xwe li dijî êrişên li ser Rojava bilind bikin. Em bibin yek û li dijî êrişên tunehesibandinê têbikoşin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.