Rojava hêviya gelan e
Çarşem 11 Kanûn 2024 - 02:55
Nivîskar Elî Pênciwênî derbarê geşedanên li Suriyeyê diqewimin de axivî. Nivîskar Elî Pênciwênî bal bire ser rewşa niha ya li Suriye û bandora wê ya li ser Kurdan û got:“Raste guhertinek mezin, kûr û dem dirêj li herêmê heye. Li gorî min di dîroka siyasî de cara yekeme hêzek weke Kurdan ku bikare xwedî rol be heye. Ji ber ku ew xwediyê îdeolojiyek siyasî ye ku dikare civaka Kurd ji bo pêşerojê perwerde bike. Yanî tevgera siyasî ya li Rojavayê Kurdistanê, tevgereke xwedî armanc e û xwedî stratejîkeke. Ev tevgera azadî bi fikir û ramana exlaqî dixwaze ferdê Kurd ji nûve ava bike, lewma çavê faşîzma Tirkiyeyê tirsandiye.” Nivîskar Elî Pênciwênî di dewama axaftina xwe de bal bire ser propagandaya derew a AKP-MHP’ê ya li ser çareseriya pirsgirêka Kurd û got:“Tevgera azadî li ser maseyek kesî ava nebûye, ew li ser fikir û îdeolojiyek hatiye damezrandin. Daxwaza faşîzma Tirk xapandinek e, lê ya baş tevgera azadî neketiye vê xefikê. Dizane ku dewleta Tirk ji bo tinekirina tevgera siyasî ya li Bakur û Rojava kemînên xwe datîne. Ji xwe faşîzma Tirk hebûna Kurdan înkar dike, ji bo wê jî naxwaze bi wan re danûstandinê bike. Li gorî min tekane paradîgmaya ku niha li Rojavayê Kurdistanê heye, wê bibe hêvî.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ