RÊNAS REMO / ANHA / QAMIŞLO

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl dide rêgeza xwetêrkirinê li ‎gelek waran pêk bîne. Kargeha Semadê (zibilê ji bo çandiniyê) ya Şîn yek ji gavên piştgiriya qada ‎çandiniyê ye û ji cotkaran re rojane 150 ton semadê peyda dike. ‎

Pergala pîşesazî û aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê‏ ‏û li gorî feraseta Rêveberiya ‎Xweser, hewl dide rêgeza xwetêrkirinê pêk bîne.‎

Ji ber wê, vekirina kargehan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û piştgiriya projeyên ‎taybet yek ji gavên pêkanîna wê yekê ye. Rêveberiya kargehên berhemdar a ‎Rêveberiya Xweser heta niha 13 kargeh vekirine.‎

Kargeha ristin (tekstîlê) a Hesekê, Kargeha Golden Roz a zeytê li Qamişloyê, kargeha ‎Zozan a penîr û mast li Dêrikê, kargeha Roşna ya xwê li Hesekê, kargeha Serdem ‎a ristin‏ ‏‎(tekstîl) û dirûtinê li Hesekê, kargeha pembû li Hesekê û kargeha tekstîlê li ‎Hesekê. ‎

Kargeha Çiya ya çêkirina kartonan li Hesekê, kargeha Sorab a çêkirina xertûmên ‎çandiniyê li Hesekê, kargeha êmê sewalan a Cizîrê li Qamişloyê, kargeha êmê ‎sewalan a Firatê li Reqayê, kargeha semadê xwezayî ya Şîn li Tirbespiyê.‎

Kargeha semadê xwezayî ya Şîn ji bo bipêşxistina qada çandiniyê gaveke mezin e.  ‎Kargeh rojane 100 heta 150 ton semadê derdixe û tê de nêzî 100 karkerî ‎dixebitin.‎

Rêveberiya kargehên berhemdar tevî dorpêça li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, alavên herî nûjen ji bo kargehê peyda kirin.

Gerînendeya kargeha Şîn Lîloz Mihemed diyar kir ku ev herêmeke çandiniyê ye û pêdiviya wê bi mîqdareke mezin a semadê heye, lewma jî rêveberiya kargehên berhemdar ev kargeh li Tirbespiyê ya Qamişloyê ava kir, da ku semada xwezayî çêke.

Li kargehê destpêkê madeyên destpêkê yên xwezayî 18 rojan tên tirşkirin û her du rojan bi alavên taybet tên livandin û paşê van madeyan vediguhêzin kargehê da ku semadê organîk bê çêkirin, têkeve tûran û li sûkên herêmê bi bihayekî guncaw were firotin.

Lîloz wiha domand: "Armanc ji avakirina vê kargehê ew e ku semadê kîmyewî neyê bikaranîn û semadê organîk were çêkirin. Ji ber ku semadê kîmyewî, zirarê dide çandiniyê, lê semadê xwezayî hevsengiyeke tirşbûnê ya ji sedî 100 çêdike."

Li ser karê di kargehê de Lîloz wiha pê de çû: "Di kargehê de niha nêzî 70 karkerên jin û mêr dixebitin û du dewam in; şev û roj. Çaverê ye hejmara karkeran bigihîje 100´î."