- Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê bi pîrozbahiyên bi coş salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pêşiwazî kirin û gotin;’’Ev pêngav ji bo hemû gelên bindest dîrokeke taybet e.’’
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Pêngava 15'ê Tebaxê û şehîd Egîd bi bîr anîn.
Bi sedan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera 39'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û şehîd Egîd (Mahsum Korkmaz ) bi bîr anî. Bi vê boneyê gelek çalakî li deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin lidarxistin. Li Başûrê Kurdistanê li xelkê Kurd bi pîrozbahiyeke bi coş salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin.
QAMIŞLO: Şahî li parka taxa Kornêş bi beşdariya bi dehan şêniyên bajêr û kesên xwedî pêdiviyên taybet li dar ket.
Di şahiyê de peyamek bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a taxa Kornêş ji aliyê Xufran Kewkeb ve hat xwendin û hat gotin;"Ev pêngav piştrast kir ku gelê Kurd dikare pêşengtiyê di qonaxa rizgarkirina gelan de bike."
Xufran Kewkeb destnîşan kir ku destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewamiya Pêngava 15'ê Tebaxê ne.
Şahî bi gerandina govendê bi daw bû.
TEBQA: Bi dehan şêniyên bajêr, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û partiyên siyasî, meclisên leşkerî û tevgerên jinan û yên ciwanan beşdarî şahiyê bûn. Di serî de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Hine El Xelîl got: "Pêngava 15'ê Tebaxê ya bi pêşengtiya şehîd Egîd ne tenê ji bo Kurdan, her wiha ji bo hemû gelên bindest û dagirkirî dîrokeke taybet e."
Hind Xelîl destnîşan kir ku Pêngava 15'ê Tebaxê rê li ber qirkirina gelê Kurd girt ku ew derfeta azadiyê ya yekemîn û ya dawî bû ji bo gelê Kurd û heta niha jî berxwedana gel didome.
Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.
TIL TEMIR: Bi dehan şêniyên navçeyê bi karwaneke wesayîtan salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir. Karwanê wesayîtan li pêş navenda Meclisa Malbatên Şehîdan kom bû û li nav kolanên navçeyê geriya û li navenda navçeyê rawestiya.
KOBANÊ: Şêniyên bajêr Pêngava 15'ê Tebaxê li goristana şehîd Dîcle pîroz kir. Di serî de hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn û got: "Pêngava 15'ê Tebaxê jiyaneke nû bû ji bo gelê Kurd." Piştre li ser gorên şehîdan mûm hatin pêxistin.
SEYÎDSADIQ: Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) li Seyrangeha Serawî ya Suchan Axa ya girêdayî navçeya Seyîdsadiq bi stran, govend û şahiyê Cejna Vejînê 15’yê Tebaxê pîroz kirin. Endamê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Şehram Germiyanî daxuyanî xwend û got; “15’yê Tebaxê ne tenê vejîna netewekê ye, di heman demê de vejîna hemû gelên bindest ên herêmê ye. 15’yê Tebaxê lêdana bizmara dawî ya li tabuta dewleta Tirk e. Em soza xwe ya ji bo Rêberê xwe nû dikin, heta azadiya gelê me û azadiya Rêber Apo em ji têkoşîn û berxwedanê paşde gav navêjin.”
NAVENDA NÛÇEYAN