Roja rizgariyê tê pîroz kirin
Şemî 11 Mijdar 2023 - 00:17
Navenda Şengalê 13’ê Mijdara 2015’an bi pêşengiya gerîlayên HPG-YJA Star’ê, hêzên YPG-YPJ’ê û şervanên YBŞ’ê ji destê çeteyên DAIŞ’ê bi temamî hate rizgarkirin. Piştî rizgarkirina Şengalê, pêvajoyeke nû ji bo civaka Êzîdî û hemû pêkhateyên Şengalê destpêkir. Bi sedhezaran Êzîdî vegeriyan ser cih û warên xwe, tevlî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser bûn û Şengal ji nû ve geş kirin.
13’ê Mijdarê roja azadiyê!
Civaka Êzîdî 13’ê Mijdarê wekî roja azadiyê binav dike û li cejnên xwe yên qedîm zêde dike. Di 8’emîn salvegera rizgarbûna Şengalê de, bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û bi beşdariyeke xurt a tevgera jin û ciwanan şahî û pîrozbahiyên berfireh têne lidarxistin. Di çarçoveya plansaziyê de, ciwanên Êzîdxanê starta pîrozbahiyên rizgarkirina Şengalê 9’ê Mijdarê li Duholayê da. Doh ciwanên Şengalê, li komelgeha Dugirê şahiyek lidarxistin û roja azadiya Şengalê silav kirin. Plansaziya pirozbahiyan heya 13’ê Mijdarê wê berdewam bike. Xelkê Şengalê wê 12’ê Mijdarê serdana Şehîdgeha Ş.Dilgeş û Ş.Berxwedan bike û şehîdên pêngava rizgarkirina Şengalê bibîr bîne. Piştî serdana şehîdgehê, heman rojê wê li Baxçeyê Serokatî şahiyek were lidarxistin û li ser Çiyayê Şengalê agir bên pêxistin.
Şahiya girseyî tê lidarxistin
13’ê Mijdarê roja rizgarbûna Şengalê wê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û bi beşdariya gel wê li ber Meclîsa Gel a Şengalê pîrozbahiyeke girseyî were lidarxistin. Rêveberiya Xweser a Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê banga beşdarbûna pîrozbahiyan li gel û ciwanan kirin û gotin, 13’ê Mijdarê rojeke pîroz e di dîroka Êzidxanê de ku roja çirandina tarîtiyê û rizgarbûna ji qirkirinê ye. Wê komên dengbêj û dîlanê jî beşdarî vê şahiya girseyî bibin.
Piştî şahiyê, heman rojê dane êvarê wê xelkê Şengalê bi karwanê wesayîtan li nav Şengalê bigere, roja azadiyê silav bike.
NAVENDA NÛÇEYAN