NÎHAL BAYRAM
MAINZ

Rodan Zeybek, di hilbijartinên 14 Adarê (vê yekşemê) de ji bo Meclîsa Şaredariyê ya bajarê Darmstadtê namzet e. Rodan Zeybek dibêje, “Bi dengdanê mirov dikare gelek tiştan biguherîne. Em dengê xwe bidin û şert û mercên bajarê xwe bi hev re em diyar bikin.”

Malbata Rodan di salên 60´î de weke karker çûye Elmanyayê. Rodan li semta Bessungen a Darmstadtê mezin bûye. Hedefên Rodan Zeybek ev in: “Divê rawestgehên otobus û trênan bên zêdekirin û divê ew li cihên wisa bin ku mirov rehet xwe bigihînin wan. Ev jî wê bike ku wesaîtên şexsî kêm bibin. Li bajêr kirê gelekî biha ne, ez dixwazim kirê bên kêmkirin. Wekî din bi ya min divê li bajêr heşînayî zêdetir be.”

Rodan dibêje, weke Kurd ew rastî nijadperestî û cihêkariyê jî tê: “Ne lazim e em jiyaneke wisa qebûl bikin. Koçber nexasim di mijarên perwerde, îqamet û statuya civakî de bi dezavantaj in. Ez vê neheqiyê qebûl nakim.”

Rodan ji SPD´ê namzet e û dibêje, pêdivî bi koçberan heye ku perspektîfeke nû bidin siyasetê.