Rizgarkirina Efrînê erka her kesî ye
Çarşem 20 Çile 2021 - 15:39
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê îşaret bi bêdengiya navneteweyî ya li hemberî dagirkirina Efrînê kir û got, “Mîrasa berxwedana Efrînê, rêya serfirazî ye.”
Rêveberiyê lihevkirinên di navbera hin aliyan û dewleta Tirk de şermezar kirin û got, ev alî bi şirîkatiya sûcên dewleta Tirk tohmetbar kir. Rêveberiyê got, "Em gelê xwe yê ku ji Efrînê û herêmên wê neçarî koçberiyê bûn, silav dikin. Em berxwedana wan a dîrokî li hember dagirkeran bi bîr tînin. Mîrasa Efrînê û berxwedana tevahî herêmên me ji berxwedanê rêya tekez a serfiraziyê ye. Em ê rêya xwe bi derfet û hêzên xwe dewam bikin."
Yekitiya Lîberal a Kurdistanê jî daxuyniyek bi heman minasebetê da, dagirkirina Efrînê şermezar kir û got, rizgarkirina Efrînê û herêmên din ên dagirkirî erka welatiyên Sûriyê hemûyan e.
QAMIŞLO