Rihê 14’ê Tîrmehê îro jî li dar e

Duşem 15 Tîrmeh 2024 - 02:25

Bi boneya salvegera 42ˊyemîn a bîranîna Şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan û Ciwanên PYD’ê, li Qamişlo, Kobanê û Helebê meş li dar xistin. 

QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi munasebeta salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê li bajarê Qamişlo meşek li dar xist. Meş bi tevlibûna ciwanên bajarê Amûdê, Tirbespiyê, Til Hemîs û Qamişlo li dar ket. Meşa ku ji Çerxerêya Sonî ya bajarê Qamişlo dest pê kir, heya Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo dom kir. Ciwanan di meşê de alên HPG û YJA-STAR’ê hildan û dirûşmên “Berxwedan Jiyan e”, “Bimire Xiyanet”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Berxwedana Gerîla” berz kirin. Meş li Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo veguherî mîtîngê û li wir endamê Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Hogir Elî axivî. Hogir Elî di axaftina xwe de şehîdên berxwedana mezin a 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn û diyar kir ku li dijî zordariyê û xiyanetê berxwedana Xeyrî û Kemalan heya roja îro didome. Her wiha, Hogir Elî  bal bire ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û diyar kir ku pêwîst e li welat û derveyî welat li dijî xeta xiyanetê helwesta gelê Kurd zelal be. Hogir Elî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê bi rihê Berxwedana 14’ê Tîrmehê li ber xwe bidin ta ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan a fizîkî misoger bikin.

KOBANÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo bîranîna Şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê meşek li dar xist. Di meşê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, malbatên şehîdan beşdar bûn. Meş ji têketina bajêr heta bi Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê dewam kir. Li goristanê şehîdên 14ˊê Tîrmehê hatin bibîranîn û mûm li ber gorên şehîdan hatin pêxistin. Li goristanê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mihemed Bozî diyar kir ku ew bi saya şehîdên vê şoreşê gihîştin vê astê û got:"Di 14`ê Tîrmehê de berxwedaneke bêhempa hat raberkirin û ew berxwedan li tevahî Kurdistanê belav bû. Encama wê berxwedanê Şoreşa Rojava ye." Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Firatê Îslim Îbrahîm jî got:"Berxwedana niha tê kirin çemek ji Berxwedana Zîndanan e. Em ê bi vê berxwedanê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin." Piştire malbatên şehîdan li ser gorên şehîdên xwe mûm pêxistin û şehîdên 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn.

HELEB

Bi dehan endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, Ciwanên PYD’ê li Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şiqeyêf kom bûn û bi boneya salvegera 42ˊyemîn a Berxwedana 14ˊê Tîrmehê mûm pêxistin. Di çalakiyê de li ser Berxwedana Şehîdên 14ˊê Tîrmehê, sînevîzyonek hat pêşkêşkirin. Endama rêveber a Ciwanên PYDˊê Sewsen Bîlal lii vir axivî û got:"Berxwedana 14ˊê Tîrmehê serhildana rasteqîn di meşa gel û tevgera azadiya Kurdistanê de çêkir, qeydên koletiyê, înkar û qirkirinê şikandin. Ew berxwedan li dijî faşîzma Tirk derbeyeke tund bû." Piştî axaftin bi dawî bû, beşdaran mûm li ber gorên şehîdan pêxistin.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.