Rêzgirtina li vînê gihaşte Êlihê

Pêncşem 4 Tîrmeh 2024 - 00:48

Meşa Rêzgirtina li Vînê gihaşte Êlihê. Di meşê de peyam hate dayin ku heta dawî li rejîma qeyûm were anîn ew ê têkoşîn were domandin. Karwanê meşê ku bi coşî hatî pêşwazîkirin bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ meşiya.

"Meşa Rêzgirtina li Vînê" ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî desteserkirina vînê dabû destpêkirin, gihaşt Êlihê. Karwanê meşê li gundê Xincika bi çepik û tilîliyan hatin pêşwazîkirin. Girseyê li vir bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Wê qeyûm biçe gel were” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Meşvan û girseya gel ji vir bi dirûşme û tilîliyan derbasî Parka Yilmaz Guney bûn. Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlû, Ceylan Akça Çupolo, Mehmet Ruştu Tiryakî, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêxistinên DEM Partî, DBP’ê yên bajêr, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê û hezaran kes tevlî meşê bûn.

Em rê nadin qeyûman

Girseya li ber Parka Yilmaz Guney dest bi meşê kirî heta ber şaredariyê meşiya. Di meşê pankarta “Em ji bo vîna xwe dimeşin” û dowîzên “Êdî bes e", "Ên li ber xwe didin wê bi ser bikevin”, “Hûn nikarin vîna me desteser bikin”, “Qeyûm derbe ye”, “Qeyûm qirkirina çandê ye”, “Ji vînê re rêz, qeyûm bicehime”, “Hûn nikarin berxwedana me tecrîd bikin” û “Em rê nadin qayûman” hatin hildan.

Meşa bi dirûşme ‘’Bijî Serok Apo’’

Di meşê de bêyî navber dirûşmeyên "Kurdistan wê ji faşîstan re bibe goristan”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Bijî berxwedana Colemêrgê” û “Bijî berxwedana zîndanan” hatin berzkirin.

Heta dawî li rejîma qeyûm were sekin nîne

Li ber avahiya şaredariyê axaftin hatin kirin. Parlamenterê DEM Partî yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî jî axivî û got: “Ji bo ku rêz ji vîna gelê me re bê girtin em li qadan in. Em li her derê Tirkiyeyê bi rêzdarî û heskirin gelê xwe silav dikin. Tenê peyamek a gelê me yê hatiye vir heye, ew jî rêzgirtina li vînê ye. Heta bêhna xwe ya dawî em ê li hemberî desteserkirinê li ber xwe bidin. Heta dawiya vê rejîmê were em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 

MA/ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.