• Bi pêşengiya “Wêjegeh Amed” civîna sêyem ya projeya “Belongings”ê, li ser stratejiyên der barê borîroja wêjeyên Kurdan û Samiyan û der barê berxwederiya wan ya li dijî asîmîlasyonê de, çêbû.

Bi pêşengiya “Wêjegeh Amed” civîna sêyem ya projeya “Belongings”ê, li ser stratejiyên der barê borîroja wêjeyên Kurdan û Samiyan û der barê berxwederiya wan ya li dijî asîmîlasyonê de, çêbû.

Ánne Márjá Guttorm Graven û Dilawer Zeraq, her du jî li ser baldariya xwe ya bo zimên ji her du aliyan ve nirxandin ka şêweyên berxwedanan di pêvejoya kolonîzasyonê de çawa guherîne. 

Ánne Márjá bal bire ser mijarê û got, “Digel ku axaftina bi zimanekî girîng e jî, jê girîngtir ew e ku mirov karibe derbê li hişberiya ku her tiştê qebûlbar û neqebûlbar diyar dike, bixe û bala xwe li ser bihêle ka van derban di dîroka kesane de çi bandor kirine û bi awayekî şahîkirinê û pratîkî bi ciwanan re pêwendiyê dayne.”

Dilawer Zeraq jî, di heman çarçoveyê de got, nexasim ji ber çavkaniyên çandî yên hevpar, Kurdan bi zimanê serdest re pêwendiyeke dîrokî daniye û ji ber vê yekê jî tê de dimînin ka li pêşberî vî zimanî bixirin yan jî wî red bikin. 

Zeraq got, “Yekane rêya rabihurtin û şikandina vê dudiliyê û yekane rêya avakirina xwebûnê, ya ku bervekirî ye ji bo meleziyê, nivîsîna bi Kurdî ye. Wekî din hemû vebijêrk wê ji bo avakirina wêjeyeke xweser û xweavakar, bêkartêk bin û encamên neyînî bidin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN