Rêya azadiyê rêxistin e 

Nûçeyên Jin

Duşem 14 Mijdar 2022 - 19:03

  • Avesta: Li Şengalê pêwîst e jineke bi tenê jî bê rêxistin nemîne. Dijmin dixwaze malan ji xwe re bike navendên sîxuriyê. Di serî de TAJÊ divê xwe li dijî van xeteran berpirsiyar bibîne û wan ji wê rêyê vegerîne.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê, Sozdar Avesta der barê jinên Şengalê yên bêparastin de axivî û got: “Divê li hemberî kesên dixwazin jinan bixapînin û şerê taybet li ser wan dimeşînin, helwêst bê danîn û keçên ciwan bên birêxistinkirin. Divê li Şengalê yek jin bi tenê jî bê rêxistin nemîne.”
Sozdar Avestayê peyamek ji bo kongreya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) ya 2´yan re şand. Ji gelek peyamên ji bo kongreye, vê peyamê mohra xwe li rojeva kongreye xist. Sozdar Avesetayê got, “Divê li Şengalê mal bi mal jineke bi tenê jî bê rêxistin nemîne, heger heta niha li Şengalê mabe jî divê çareserî were dîtin.”

Sozdar Avestayê di dewama peyama xwe de li ser navê KCK´ê ji “Herêmên Parastina Medyayê” silav li beşdarên kongreyê kir û got, “Di şexsê rêheval Bêrîvan, Arîn, Nazê, Nûjiyan, Nûjîn, Hêlîn, Nêrgiz û mamê Êzidîxanê Mam Zekî, hevalê Saet, Dijwar û Zerdeştan û hemû şehîdên Êzîdxanê ku ji bo parastina rûmeta mirovahiyê û rizgarkirina jinên Êzîdxanê şer kirin, em şehîdên Tevgera Azadiyê hemûyan bi bîr tînin. Yên ku fermana rizgarkirina Şengalê û gelê Şengalê ji bo xwe wek rûmet dîtin û gotin, em ê tola jinên Êzîdî hildin û xwe weke xizmetkarên xeta azadiya jinan dîtin, em wan silav dikin. Ji Başûr heta Rojavayê Kurdistanê gerîlayên azadiyê, yekîneyên parastina jinê, YPG û YPJ bi hewara civaka me ya Êzîdî ve hatin û civaka me ji qirkirinê rizgar kirin. Ez di şexsê wan berxwedêran de berxwedana li herêmê, li Metîna, Zap û Avaşînê û qadan hemûyan silav dikim, berxwedana wan pîroz dikim.”

Dijmin dixwaze malan bike hêlîna sîxuran

Sozdar Avestayê di peyama xwe de bal bire ser berxwedana jinên Êzîdî û wiha dewam kir: “Di van salan de berxwedaneke pirr mezin bi pêşengiya we hat meşandin. Hûn her roj li kolanan bûn, li ser rêyan bûn, we çek da ser milên xwe û ketin çeperan. Mal bi mal geriyan û we gel bi rêxistin kir. Dem hat bi şev û roj we çekên xwe hilgirt û berê xwe da çeperên din. We gelek lehengên xwe bi tilîliyan oxir kirin, ev rûmet û serketineke mezin e. Ti kes wê nikaribe vê yekê asteng bike. Li Şengalê mal bi mal pêwîst e jineke bi tenê jî bê rêxistin nemîne, heger heta niha li Şengalê mabe jî divê çareserî were dîtin. Dijmin dixwaze malan ji xwe re bike navendên sîxuriyê. Di serî de TAJÊ divê xwe li dijî van xeteran berpirsiyar bibîne û wan ji wê rêyê vegerîne. Kongre pêwîst e li ser vî esasî biryarên girîng bigire û biryarê bide ku xwe çawa ji fermanan biparêze.”

Jin bê parastin nabe

Sozdar Avestayê bal bire ser rewşa bêparastiniyê û di peyama xwe de diyar kir ku ji bo ku jinên Êzîdî bikaribin li hemberî fermanan rawestin û bibin bersiv, divê careke din qirkirin, destirêjî û fermanan neyên serê wan, li kolanan neyên firotin, tevdîrên pêwîst werin girtin û peyama xwe wiha bi dawî kir: “Erka esasî ya vê kongreyê, rêxistinkirin e, ya din jî parastina cewherî û bipêşxistina jinê ye. Parastina jinan û rêxistinkirina wan pêwîst e. Jinên bê parastin bi mirinê re rû bi rû dimînin. Pêwîst e ezmûna we ya 8 salan û îradeya we ya mezin di vê kongreyê de baş were birêxistinkirin û jin bi xwe bawer bin. Ji hêz û fikrên ku we xwe li ser bi rêxistin kirine bawer bikin. Pêwîst e hûn bi serhildanên mezin ên îro li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinan didomin jî bawer bikin. Li hemberî kesên ku dixwazin jinan bixapînin û şerê taybet li ser wan didin meşandin, pêwîst e hûn bibin xwedî helwêst û keçên ciwan bi rêxistin bikin.”  

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.