Rewşenbîrên Cizîrê konfransa 4'an li dar xist

În 23 Cotmeh 2020 - 22:44

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, doh bi dirûşma “Bi berxwedana ramyarî, em ê şoreşa çandê bi ser bixin” konferansa xwe ya 4`an bi beşdariya 100 delegeyan li dar xist.
Konferans li hola Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişloyê li dar ket, endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûrî, Yekitiya Nivîskarên Kurdistan-Sûriyê, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê û Komîteya Wêjeyî ya Rojavayê Kurdistanê tê de amade bûn.
Hevseroka TEV-DEM`ê Zelal Cîger di konferansê de axivî, bal bire ser rola rewşenbîran di têkoşîna azadiyê de û got, “Reşenbîr dikarin dîrokê mayînde bikin.”
Zelal bal bire ser rewşa siyasî û wiha dewam kir: “Her rewşenbîrek siyasetvanek e. Rewşenbîr wekî zanyaran in, ji ber ku siyaset zanebûn e, zanista civakê ye û derxistina rastiya dîrokê ye.”
Piştre serokê Yekitiya Nivîskarên Kurdistan-Sûriyê Ebd El-Samad Mehmûd got, “Erka ku dikeve ser milê rewşenbîran ew e ku dîroka îmhakirina gelê me tine bikin,  dîroka serdema nû binivîsin.”
Gava nûçeya me dihat amadekirin, konferansê dewam dikir. Di dawiya konferansê de desteya rêveber 7 kesî û hevserok wê werin hilbijartin.

QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.