Rewşa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Şemî 18 Sibat 2023 - 02:31

Endazyarên Nîvîsgeha Teknîk a Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê raporeke li ser xisarên ku ji ber erdhejê gihaştine avahiyan, weşand. Li gorî raporê li her du taxan 5 avahî hilweşiyane, 400 avahiyan jî xisar dîtiye û pêwîstiya 12 avahiyên din bi rakirinê heye.

Her wiha di raporê de hate diyarkirin ku zêdetirî sed kes birîndar bûne û bi hezaran jî malên xwe terikandine ku pêwîstiya wan bi cih û sererastkirina malan heye.

Di raporê de hate gotin: "Civakata navneteweyî, Federasyona Rûsyayê, rêxistinên mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî berpirsên rewşa heyî ne. Firqeya 4ʹan a hikumeta Şamê ambargo ferz kiriye û nahêle madeyên sereke û alîkariyên mirovî yên lezgîn derbas bibin. Ev siyaset heta niha dewam dike."

Di dawiya raporê de bang li aliyên têkildar hate kirin ku alavên rakirina kavilan peyda bikin, avahiyên xisar lê çêbûye rakin û alternatîfan peyda bikin.

HELEB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.