Rêwîtiya dirêj a Kurdên Cihû

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 27 Hezîran 2024 - 00:58

  • Di pêşangeha online ya bi navê “Rêwîtiya Dirêj a Çandî ya Cihûyên Kurdistanê” de behsa Kurdên Cihû tê kirin. Kurdên Cihû çawa ji Kurdistanê koçber bûne û li erdên Filistîn û Îsraîlê bi cih bûne. Ji bo serpêhatiya wan were zanîn pêşangeheke dîtbarî ya dewlemend li benda we ye.

ARDÎN DÎREN

Pêşangeha bi navê “Bridging Identities- The Cultural Odyssey of Kurdistani Jews” (Rêwîtiya Dirêj a Çandî ya Cihûyên Kurdistanê) behsa cihûyên Kurdistanê dike ku ew bi çi awayî çûne Îsraîl û Filistînê. Di vê rêwîtiya dirêj de çi hatiye serê wan û wan bi kîjan zor û zehmetiyan xwe gihandiye erdên Îsraîl/Filistîn tê ravekirin. Yanî pêşangeh weke pirekê ye ku xwe digihîne wan erdên ji Kurdistanê dûr ku cihûyên Kurdistanî niha jî li wir dijîn û wan erdan ji xwe re kirine cih û war. 

Beriya pêşangeh were lidarxistin Dr. Bahar Başer, Dr. Duygu Atlas, Gülliz Vural û Mesut Alp di Gulana sala 2023’an de diçin Îsraîlê. Wan li wir gelekî çavdêrî kir û belgeyan berhev kirin. Her wiha bi Kurdên Cihû re hevdîtinan kirin û wêneyên wan girtin. Ji xeynî van tiştan ew beşdarî festîval û çalakiyên wan ên hunerî jî bûn. Piştî ku serdena lêkolerên li jor bi dawî bû hemû wêneyan dijîtalîze kirin û ji van belge, hevpeyvîn û wêneyan pêşangeheke online lidarxistin. 

Li gor encamên lêkoleran Cihûyên li Kurdistanê di salên 1800’î de hêdî hêdî koçî Filistînê dikin û ev koç heya nîveka sedsala 20’an jî dewam dike. Koça dawî ya bi awayekî komî di navbera salên 1951 û 1952’an de pêk hat. Di çarçoveya operasyonên Ezra û Nehemya de qederê 120.000 Cihûyên li Iraqê bi balafiran birin Îsraîlê. Li gor hin texmînan îro li Îsraîlê di navbera 150 û 200 hezarî de Kurdên Cihû hene. 

Ji xwe armanca pêşangehê ewe ku Kurdên Cihû yên li Îsraîl û Filistînê werin naskirin. Wan bi salan çawa nasname û çanda Kurdayetiyê li wir parastiye tê vegotin di vê pêşangehê de. Pêşangeh wekî din li vê yekê jî kola ye; nifiştên heyî yên cihû ji nifşên siberojê re çi hiştine û di navbera nifşan de têkiliyeke bi çi rengî heye.

Ev proje ango pêşangeh ji CBRL (Konseya Lêkolînê ya Ingilîz) piştgirî girtiye. Wêneyên hatine girtin jî bêhtir ji hêla Mesut Alp û Güliz Vural ve hatine girtin. Rêvebirên projeyê her wiha bi akademîsyen û wênegir Moayed Assaf re jî xebitîne. Moayed Assaf li Kurdistan û Îsraîlê dide pey şopa Kurdên Cihû û li mîrateya wan dikole.

‘Li welatê Cihûyan bi Îbranî biaxivin’

Yosef ku li bajarê Qeledizê yê Başûrê Kurdistanê hatiye dinyayê wiha behsa rêwîtiya ber bi Îsraîlê dike; “Em bi balafirekê hatin vir lê di balafirê de palpişt tine bûn. Em hemû li erdê rûniştibûn. Serê pêşî em çend mehan li Hayfayê man. Rûsipiyên me yên ku bi me re koç kiribûn gotin evder pirr xweşe û hemû çîmen e. Paşê em 14 malbat li vir bi cih bûn. Malên ku em tê de diman ji tenekeyan hatibûn çêkirin.” Rachel ku hîna jî çaya xwe di semawerê de çêdike li Bexdayê hatiye dinyayê. Beriya koçî Îsraîlê bikin bi Kurdî diaxivin lê piştî ku li Îsraîlê bi cih dibin rewş diguhere. Rachel jî rojên bihurî wiha bibîrtîne; “Gava em li Bexdayê bûn zimanê me Kurdî û Erebî bû. Lê piştî ku em hatin Îsraîlê bavê min got; ‘Em hatin welatê cihûyan. Divê êdî em bi zimanê Îbranî biaxivin’. Wî wextî em zarok bûn. Em fêrî zimanê Îbranî bûn û me bi cîranan re bi vî zimanê axivî.”

Çîrokên gelerî yên Zaxoyê

Jina bi navê Varda ku pirtûkeke bi navê “Çîrokên Zaxoyê” nivîsandiye dibêje; “Ji zarokatiya xwe ve xeyala min bû ku bibim nivîskarek. Gava ez ji Kurdistanê derketim û hatim li vir bi cih bûm 9 salî bûm. Em di nav şert û mercên dijwar de bûn. Malbata min nedixwest ez biçim dibistanê û ez mecbûr mam ku gelek karên zehmet bikim. Lê bi awayekî derfet dîtiye ku biçe dibistanê û fêrî nivîsandinê bibe. Gave min dest bi xwendinê kir jî û hîna min nizanîbû bixwînim jî ew hîs bi min re hebû ku ez ê siberojê pirtûkekê binivîsim. Di vê pirtûka xwe de min çîrokên gelerî berhev kir ku ji nifşên me yên berê heta îro hatine.”

Mûzeya xelkê Kurd ava dike

Yehuda jî yek ji wan Kurdên Cihû ye ku dixwaze pêşengiyê ji xelkê Kurd ê Cihû re bike. Ji xwe ew serokê komeleyên Kurdên Cihû ye. Di çapameniyê de tê naskirin û dixwaze di navbera xelkên cihû yên li Îsraîlê de têkiliyan xurt bike. Yehuda dibêje; “Li vir, li Qudsê dixwazim muzeya xelkên Kurd ava bikim. Ji lewma mûzexane dişibin sefaretan. Yanî gava ji Kurdistan, Ewrûpa û Emerîkayê Kurdek were Îsraîlê ew li vir cihekî wî hebe.”

Di pêşangehê de gelek wêne, video û hevpyevîn hene ku mirov ber bi rêwîtiya dirêj a cihûyên koçber ve dikşînin. Ji bo hûn karibin li pêşangeha “Bridging Identities- The Cultural Odyssey of Kurdistani Jews” (Rêwîtiya Dirêj a Çandî ya Cihûyên Kurdistanê) bigerin lîn li jêr e;

https://stories.durham.ac.uk/bridging-identities/

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.