- Kate MccGwire ji pirtikên her cûre teyr û tilûrî peykeran çêdike. Encam rewaniyeke bêqisûr a xwezayî ye. Lê ev rewaniya xwezayî, di encama sentezeke navbera “rewaniya” xwezayî ya pirtikan û destwerdaneke hunermendî ya teknîkî de derketiye holê.
LUQMAN GULDIVÊ
Ji bo hunermend yek ji pirsên esasî ye, ka wê hunerê xwe bi kîjan materyalan îcra bike? Ji bo şêwekaran tenê jî nîne ev pirs, lê em ê berê xwe bidin yekê ji wan. Peykersazeke Ingilîz e Kate MccGwire û li gorî wê “materyal girîng e”. Ew ji gelek materyalan peykeran çêdike. Belkî hestûyên cinaqê yên mirîşkan di nava materyalên wê bi kar anî de yên herî ecêb bin, lê pisporiya wê ne ew in. Berhemên wê yên herî estetîk jî ne ji van hestûyên şertik in. Ew ji pirtikên her cûre teyr û tilûrî peykeran çêdike. Encam rewaniyeke bêqisûr a xwezayî ye. Lê ev rewaniya xwezayî, di encama sentezeke navbera “rewaniya” xwezayî ya pirtikan û destwerdaneke hunermendî ya teknîkî de derketiye holê. Çavên min dîsa jî rewaniyê dixin para pirtikan û xwezayê.
Ya ne ji malê û ya ji malê
Kate MccGwire ji peykersazên navneteweyî naskirî yên Ingilîstanê ye. Di tetbîqa wê ya hunerî de bedewî, çawa min li jor jî îşaret pê kir, di sentezekê de xwe ava dike; ew bi xwe behsa “bedewiya di nava dualîteyê” de dike. Peykerên di encamê de derdikevin holê, weke ku ne ji vê dinyayê bin ecêb in, lê ewqasî jî hestan bi mirov re çêdikin, gava mirov li ber wan disekinin. Ev berhemên hanê weke ku li tevlîhevî û ecêbiya xweşikbûn û estetîkê bikolin, disekinin. Kate MccGwire bi xwe îşaret bi peyva “Unheimliche” yanî “ya ne ji malê” -lê maneya wê ya ecêb e- ya Sigmund Freud dike û dibêje, ew vê ya nejimalê, dike ji malê û tirsnak; gelek caran jî encam li gorî wê, li cem mirovê lê temaşe dike, dibe sedema peydabûna bersiveke di hinavan de bê hîskirin.
Ji zaroktiyê ve heyrana çivîkan e
Ew li Norfolk Broadsê mezin bûye, di nava xwezayê de. Li wir heyraniya wê ya ji bo çivîk û teyran jî hê di zarokatiya wê de lê peyda bûye. Ji ber wê jî ji bilî pirtikan em hestûyên çivîk û balindeyan di berhemên wê de dibînin. Di malpera wê de ji bo danasîna hunerê wê wiha hatiye nivîsîn: “Bi bikaranîna materyalên xwezayî ji bo lêkolîna wê lîstika dijberan di asteke estetîk, întelektuel û hinavî de MccGwire pirtikên xwe dike peykerên serbest sekinî yan jî berhemên ji bo cihêkî taybet; formên wê jî bi awayekî hisî û binehişî li ser esasê mestere yan jî detayên dûrîçav di nava pirtikan de diberidin.”
Berhemên wê û pêşangehên wê
Hin berhemên wê yên weke Secrete (2014) ku tê de pirtik jî hewizekî çêdikin û ji menceleke metal diherikin, ji bo pêşangehan in. Lê berhemên wê yên weke Turmoil (2016) û Smother (2013) di nava vîtrînê camî de ne. Ev berhemên hanê afirîdên zindî bi bîra mirov dixin, mirov dibêje qey, ha ji cihê xwe rabûn, ha rabûn firrîn.
Ew ji Koleja Meliktiyê ya Huner sala 2004’an mezûn bûye. Ji hingê ve Kate MccGwire peykerên xwe yên ne jirêzê li Saatchi Gallery (London), li Muzeya Huner û Dîzaynê (New York), Muzeya Nêçîr û Huner (Parîs) nîşandane. Li Bîennala Venedîkê jî di çarçoveya Glasstress de berhemên wê hatine nîşandan.