Rewakirina dagirkeriyê

Aslan ASLAN nivîsand —

Çarşem 13 Tîrmeh 2022 - 21:21

  • Gefên dewleta Tirk ên li dijî Rojava ti carî bi dawî nabin. Dewleta Tirk di serî de Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî çend herêmên Rojava dagir kirine.

Gefên dewleta Tirk ên li dijî Rojava ti carî bi dawî nabin. Dewleta Tirk di serî de Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî çend herêmên Rojava dagir kirine. Xuyaye ku ev yek ne besî wan e û hê jî gefên dagirkeriyê dixwin. Erdogan her carê hin bahaneyan dibîne û hewl dide bikeve deverekê ango dagir bike. Dema ku nikare vê yekê bike jî plan û komployan dike. Êrişa li girtîgeha Sînaa ya Hesekê jî mînakek wê ye. Êrişek plankirî û berfireh bû. Bi fermana Erdogan sala 2022'an li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê êrişek pêk hat û xwestin ku çeteyên DAIŞ’ê dîsa têxin merîyetê û zindî bikin. Eger plana wan bi serketa wê DAIŞ careke din rabûya ser xwe û xîlafeta xwe ragihandiba. Lê hêzên xweparastinê û şervanên QSD'ê dawî li vê xeyala wan anîn. Dema ku dewleta Tirk ev yek bi sernexist, vê carê jî giranî da êrişên bi balafiran. Li Rojava di êrişên bi balafirên SÎHA de dehan welatparêz û şoreşger qetil kirin. Li aliyê din welatên Ewrûpayê li hemberî van êrişan bêdeng dimînin û dibin şirîkê hilberîna balafirên SÎHA. Ev yek jî rê li ber qetilkirina Kurdan û wêrankirina bajarên wan vedike.

Dewleta Tirk di şerê derewan de ango şerê psîkolojîk û taybet de sînoran nas nake. Çiqasî karibe derewan dike û ewqasî jî hewl dide raya xwe ya giştî pê bide bawerkirin. Bi salan li dijî gerîla heman rêbaz bi kar anî. Niha jî vê rêbazê li Rojava bi kar tîne. Rojava devereke bi xeter bi nav dike û yên li wê derê jî terorîst nîşan dide. Ji bo vê yekê jî bi şev û roj êriş dike. Her rojê dehê caran êrişan dibe ser bajar, bajarok, navçe û gundên Rojava. Di dawiya van êrişan de jî dibêje min ewqas kuştine. Fermandariya QSD’ê her tim bi daxuyaniyên xwe yên fermî van derewên wan pûç dike. Armanca dagirkeriyê ew e ku, li ser welatiyên Bakur û Rojhilatê Suriyê metirsiyekê bidin çêkirin û çavê wan bitirsînin.

Dewleta Tirk bi van êrişan hewl dide welatiyên Rojavayê Kurdistanê bide koçberkirin. Balafirên keşfe, balafirên şer û balafirên bêmirov ên dewleta Tirk her hefte êriş dikin. Dewleta Tirk wekî ku li ser erda xwe ye van êrişan bi rehetî pêk tîne û ji bo astengkirina van êrişan kes dengê xwe lê nake. Hem ji hewayî, hem ji bejahî hêzên navnetewî destûra van êrişan didin û bi vî rengî dibin şirîkê sûcên dewleta Tirk.

Dewleta Tirk û çeteyên xwe li deverên ku dagir kirine çiqas xerabî hebe dikin. Yek ji mînaka herî xerab a wê hovîtiyê jî li Efrînê ye. Tiştên li Efrînê diqewimin nayên gotin û nayên dîtin. Dîsa Serêkaniyê jî mînakek wê ye. Wekî axa Tirkiyê be dîzayn dike. Li aliyekî demografiyê diguherîne, li aliyê din zimanê Tirkî û saziyên wê li wan deveran bi cih dike. Bi vî rengî vê dagirkeriyê rewa dike û wekî mafê xwe dibîne. Li Serêkaniyê û derdora wê 38 baregehên Artêşa Tirk hene. Ji wan baregehan êrişan dibe ser Rojava. Li aliyê din wekî ku navçeyeke Rihayê be Waliyê dagirker ê dewleta Tirk diçe wê derê. Ji Waliyê Rihayê bigrin heta hinek parlementerên AKP'ê jî bi rehetî diçin Serêkaniyê. Li bajêr MÎT û walîtî hevre dixebitin. Çete jî li gorî fermanên MÎT’ê tevdigerin. Dewleta Tirk wekî li Efrînê li Serêkaniyê û Girê Spî jî bi deh hezaran çeteyên xwe û malbatên wan bi cih kirine. Ji bo rewakirina dagirkeriyê çi hebe kiriye. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî mînakên vê dagirkeriyê ne.

Di rewşeke wiha de çawa destûr tê dayîn ku dewleta Tirk hê jî gefên dagirkeriyê bixwe ? Eger devereke din dagir bike û ji bo vê yekê êriş bike wê vê carê felaketa Erdogan be. Ji ber ku êdî her kes dizane ku encama dagirkeriyê çi ye. Lewma wê berxwedana li dijî vê dagirkeriyê dijwar be û helwestek xurt hebe. Tişta ku Erdogan difikire wê wisa bi hêsanî pêk neyê. Eger bedelek hebe wê Erdogan jî wê bedelê bide.

Piştî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rewşa Rojava ne wekî berê ye. Her kesî hesabê xwe kiriye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.