Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sînorên xwe yên bi hikûmeta Şamê re girtin.

Ji bo girtina sînoran biryarnameya bi hejmara 129'an hate amadekirin. Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku bi biryarnameya 129'an, deriyên sînor ên navbera wan û herêmên di bin kontrola Şamê de ne bêne girtin.

Biryar doh (24'ê Gulanê) saet 19:00´an lê bû. Ev biryar heta amadekirina biryarnameyeke nû jî wê lê be.

QAMIŞLO