Rêveberiya Xweser nimûne ye

Çarşem 22 Çile 2025 - 02:55

Senherîb Bersûm guhertinên ku rêveberiya HTŞ`ê pêk tîne, rexne kirin û got:” Nenavendiya ku em daxwaz dikin, Rêveberiya Xweser e. Em dibînin ku Rêveberiya Xwser gava yekemîn e ku pê ji pergala navendî derbasî pergala nenavendî bibin, ew pergala ku rola xwebirêvebirinê dide gel û pêkhateyan bi giştî.”

Têkildarî guhertinên ku rêveberiya HTŞ`ê li Şamê pêk tîne û ji bo avakirina hikumeteke nû li Sûriyeyê pêwîst têkildarî mijarê axivî. 

Senherîb Bersûm diyar kir ku rêveberiya HTŞ`ê hikumeteke ji yek rengî ava kiriye, tenê girêdayî HTŞ`ê ye. Ev hikumet demkî ye, lê ew dibînin tişta ne ji mafê xwe pêk tîne, wekî guhertina qanûnan û wiha pê de çû: “Ev hikumet hatiye hetanî ku bi rêya kongreyeke neteweyî ku hemû pêkhate cihê xwe tê de bigirin, hikumeteke nû bê avakirin, hemû sûriyeyî li hêviya qonaxa avakirina hikumetê ne. Gotegot hene ku desthilata Şamê amadekariyên kongreyeke neteweyî dike, lê em dibînin ku ev kongre tê taloqkirin. Ev taloqkirin ne ji berjewendiyên gelê Sûriyeyê ye, ev gel bi salan têkoşiyaye, di berxwedana xwe ya li hemberî rejîma Baasê de gelek bedel dane.”

Rêveberiya Xweser nimûne ye

Senherîb Bersûm destnîşan kir ku ew Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyeyê bi giştî nimûneyeke di cih de ye, ev rêveberî li ser rûyê erdê ji 10 salan zêdetir pêk tê û got: “Ev rêveberî qebûlkirina hev û dû, jiyana hevbeş û wekheviya di navbera hemû pêkhateyan de esas digire, ev xalên navborî jî ji bo pêkhateyên Sûriyeyê esas in.”

Senherîb Bersûm destnîşan kir ku ew ji bo Sûriyeyê hikumeteke nenavendî, piralî û demokratîk daxwaz dikin û wiha got: “Nenavendiya ku em daxwaz dikin, Rêveberiya Xweser e. Em dibînin ku Rêveberiya Xwser gava yekemîn e ku pê ji pergala navendî derbasî pergala nenavendî bibin, ew pergala ku rola xwebirêvebirinê dide gel û pêkhateyan bi giştî. Nimûneya Rêveberiya Xweser di heyama salên derbasbûyî de ji hêla gelek aliyên ve li Sûriyeyê hatiye qebûlkirin.”

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.