Rêveberiya xweser nas bikin

Duşem 20 Çile 2025 - 03:25

  • Li gelek bajarên Ewrûpayê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê daketin qadan, xwestin sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dadgehên navneteweyî ve werin lêkolînkirin, êrîş werin sekinandin û statûya xweseriya herêmê were naskirin.

Kurd û dostên wan li gelek bajarên Ewropayê li hemberî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan.

STUTTGART

Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê girêdayî banga federasyona FED-GEL’ê Kurdistanî û dostên wan li Lautenschlagerstrasseyê li hev civiyan û li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava meşek li dar xistin. Bi sedan Kurdistanî beşdarî çalakiyê bûn û çalakvan bi berzkirina dirûşmeyan ber bi Qada Wilhemsplatzê ve meşiyan.

HEILBRONN

Li bajarê Heilbronnê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Malbatên Aşitiyê yên Elman ve bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser çalakgerên li Bendava Tişrînê mitîngek hate lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmeya ‘’Bijî Berxwedana Rojava’’ hate berzkirin û belavok hatin belavkirin.

FRANKFURT

Kurd û dostên wan li dijî êrîşên li ser Rojava li bajarê Frankfurtê meşiyan. Meş li ser banga KON-MED’ê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Amara û meclîsên herêmê ve hat lidarxistin. Bi sedan kes li stasyona trenê ya navendî kom bûn. Êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên SMO’yê yên bi piştgiriya dewleta Tirk ev 44 roj in li ser Rojava tê meşandin hat şermezarkirin.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrucken êrîşên li dijî Rojava li pêşiya Europa Galerie bi mitîngekî hate protestokirin. Bi dehan Kurdistanî û dostên wan beşdarî mitîngê bûn. Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana QSD” û “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.

LIMBURG

Li bajarê Limburg ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker mitîng hate lidarxistin. Çalakvanan destnîşankirin ku Tirkiye ji aliyekî ve bi gotinên “Xwişk û birayên min ên Kurd” peyama aştiyê dide, li aliyê din jî bi bombebarankirina Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê jin, zarok û sivîlên bêyî parastin dike hedef.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi pêşengtiya Dem-Ned, PJAK û Yekîtiya Jinên Kurd a Hollandayê (YJK-H) çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî li pêşiya bînaya Parlamentoya Hollandayê hate lidarxistin û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava hatin protestokirin û hate xwestin ku statûya rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were naskirin. 

VÎYANA

Kurdên li paytextê Avûstûrya Vîyanayê jî bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê li pêşiya Parlamentoya Avûstûryayê li hev civiyan. Girseyê bi berzkirina dirûşmeya ‘’Bijî Berxwedana Rojava’’ li hemberî êrîşên li ser herêmê nerazîbûnên xwe nîşan da.

BERN

Li bajarê Bern ê Swîsreyê jî çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin. Piştî daxuyaniyê girseya gel ber bi navenda bajêr ve meşiya û di dawîya meşê de girse bi êrîşa polîsan re rû bi rû ma. Girseyê li Qada Brateinê li hemberî dorpêça polîsan demeke dirêj dirûşme berz kirin. 

ZURÎH

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi pêşengiya rêxistinên ciwanên Kurd Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û xwedîderketina li peyama Rêber Apo meşek hat lidarxistin. Di tevahiya meşê de gel bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana HSD'ê", "Bijî Serok APO", "Bijî Berxwedana gelê Kurd" berz kirin. Piştî ku demeke dirêj li kolanên Zurîhê geriyan, meş dîsa li qada Helvetîaplatzê bi dawî bû.

MARSÎLYA

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwan (Tekojin) ve li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi meşekê hat şermezarkirin. Di daxuyaniya li Vieux Portê hat dayin de hat diyarkirin ku bêyî gelê Kurd li Rojhilata Navîn çareserî ne pêkan e û hat destnîşankirin ku çareseriya pirsgirêka Kurd wê aştî û aramiyê bîne herêmê û muxatabê çareseriyê jî Rêber Apo ye.

LİMASOL

Kurdistanî û dostên wan ên ku li bajarê Limasol ê Qibrisê bi banga Navenda Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Theofilos li hev civiyan, li hemberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser Rojava meşek li dar xistin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.    

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.