Rêveberiya Xweser modela serkeftî ye
În 14 Sibat 2025 - 03:05
Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Şedadê destnîşan kirin ku projeya Rêveberiya Xweser di aliyê niştîmanî de tecrûbeyeke serkeftî ye û xwe di aliyê rêvebirina karûbarên herêmê yên li ser bingehên demokrasî û wekheviyê de, îsbat kir.
Piştî ketina rejîma Baas'ê ya Sûriyeyê di 8'ê Kanûna 2024'an qonaxeke nû li Sûriyeyê dest pê kir. Di vê qonaxê de desthilata Şamê hewl dide pêkhateyên Sûriyeyê paşguh bike û tenê nêrîna xwe li ser welat ferz bike û pêkhateyên din paşguh dike.
Li hemberî van guhertinan, xebatên peydakirina pergaleke nû ku gelê Sûriyeyê ber bi dewleteke demokratîk, nenavendî û pirreng ve bibe, didomin. Girêdayî wê, projeya Rêveberiya Xweser, ji bo jinûve avakirina Sûriyeya yekbûyî ya li ser bingehên demokrasî û wekheviyê, modela herî serkeftî ye.
Der barê mijarê de endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed El Sultan ê ji bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê diyar kir ku gelê Sûriyeyê ji desthilata Şamê wiha hêvî dike ku ew biryarên xwe li gorî berjewendiyên hemû pêkhateyên Sûriyeyê bide û ji paşguhkirina pêkhateyan a ku niha tê kirin jî, bi dûr bikeve.
Ehmed El Sultan ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê êrişên li dijî Bendava Tişrînê û derdora wê werin sekinandin û li hember vê êrişên leşkerî yên li dijî herêmê divê desthilata Şamê helwesteke cidî nîşan bide."
Berpirsê Têkiliyan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Şedadê Drç Salih El Zoba destnîşan kir ku Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo sazkirina destûreke nû ya avakirina Sûriyeya demokratîk, pirreng û nenavendî ku li gorî hêvî û armancên gelê Sûriyeyê be, amade ye.
Salih El Zoba destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser di aliyê niştîmanî de tecrûbeyeke serkeftî ye û xwe di aliyê rêvebirina karûbarên herêmê yên li ser bingehên demokrasî û wekheviyê de, îsbat kir.
ANHA/HESEKÊ