Rêveberiya xweser em parastin
Çarşem 15 Çile 2025 - 03:20
Der barê rewşa her du gelên Ermen û Êzidî û li ser hêviyên wan ên têkildarî pêşeroja Sûriyeyê de nêrîn hatin girtin.
Rêveberê Komîteya Çand û Hunerê û Perwerdê ya Meclisa Civakî ya Ermenî û lêkolînerê dîroka gelên resen Hena Somî got:"Sûriye tenê bi rengekî dijî û ew reng jî tarî ye. Lê pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevahî rengên biharê ne. Ev rengên bedew senfoniyeke pîroz ji Suryan, Kurd, Ereb, Asûr, Tirkmen, Çeçen û tevahî pêkhateyan çêkir. Ev yek tevahî bi saya Rêveberiya Xweser e ku di Hevpeymana Civakî de mafên siyasî, çandî, civakî û aborî yên tevahî etnîk, mezheb û olan hatiye dayîn e. Rêveberiya Xweser tevahî gel û mezheb parast û ji wê girîngtir jiyana ku mirov di oxira wê de têbikoşe nîşan da. Ji lew re tevahî pêkhateyan di xendeka neteweya demokratîk û biratiya gelan de parastina xwe kir û têkoşiya û li hember herkesê ezezîtiyê îdia dike bi ser ket." Soma banga konferanseke niştimanî kir û got:"Divê konferans li ser xaka Sûriyeyê were lidarxistin. Ji ber ku tevahî li vir in. Ji mafê QSDˋê ye ku beşdarî konferansê bibe, ji ber ku hêza yekane ya ku ji tevahî pêkhateyan pêk tê û armancên wê hene. Wê fikra tarî û DAIŞ têk bir. Rêveberiya Xweser tevan qebûl dike. Ev yek jî nîşaneya rihê pîroz û nirxên exlaqî ye."
Em xwediyê vê axê ne
Hevserokê Mala Êzidiyên kantona Cizîrê û endamê Meclisa Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê Îsmaîl Delf jî got:"Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji destpêka damezrandina xwe ve hewl dide tevahî pêkhateyan biparêze û pêkhateyekê yan jî etnîkekê yan jî olekê bi dûr nexe. Me ev yek di gelek cih û biryarên derxistine de dîtin. Dema em bixwazin herêmên me û herêmên Sûriyeyê yên din hevrû bikin, em ê bibînin projeya Rêveberiya Xweser projeya herî biewle û serkeftî ye; tevahî pêkhate ji aliyê ewlehî ve parastin û tu wêranî mîna herêmên din ên Sûriyeyê tune ne. Ji wê zêdetir di aliyê rêveberî û leşkerî de xwe bi rê ve bir. Piştî hilweşîna rejîma Baasˋê em bi hêvî ne konferansên pêk bên bikevin xizmetê gelê Sûriyeyê. Divê xwediyên doz û xakê beşdarî konferansan bibin. Rola civaka Êzîdî di tevahî aliyan de bibandor bû û cihê wê di Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî de heye û şehîd jî hene. Ji lew re divê di Sûriyeya paşerojê de beşdar be. Daxwaza me wek daxwazên gelê Sûriyeyê ne ku ew jî mafên xwe bi dest bixin."
ANHA/QAMIŞLO