Rêveberiya Xweser çareserî ye

Çarşem 3 Tebax 2022 - 21:39

  • Berdevkê Partiya Sûriya Siberojê, Miwefeq El-Ehmed got, bêyî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, aloziya Sûriyê çareser nabe.

EHMED EL-ESAF / ANHA / REQA 

Berdevkê Partiya Sûriya Siberojê, Miwefeq El-Ehmed got, bêyî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, aloziya Sûriyê çareser nabe.

Miwefeq El-Ehmed li ser mijarê got, “Diviyabû civaka navneteweyî biryara 2254'an bi temamî û bi hemû bendên wê ji rêzê ve pêk bianiya, wek avakirina hikûmeteke demkî û komîteya destûrê û vegerandina koçberan li warê wan. Em piştgiriyê didin van xalan heger li ser wan karekî cidî bê kirin.

Diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de mijareke Sûriyê ye û nabe aliyên derve destwerdanê tê de bikin. Rêveberiya Xweser hertim hewl dide pêkhateyên Sûriyê di çareseriya krîza Sûriyê de beşdar bike.

Heger diyaloga sûrî-sûrî pêkhateyan nehewîne, projeya Rêveberiya Xweser nepejirîne û hemû aliyên Sûrî bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îtîraf nekin, wê demê krîza Sûriyê qet çareser nabe.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.