Rêveberiya Xweser bi Kanadayê re civiya
Çarşem 28 Nîsan 2021 - 09:26
Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve doh bi koordînerê rêveber ê Kanadayê yê ji bo Sûriyê Gregory Galligan re civiya û rêyên çareseriya siyasî li Sûriyê, nîqaş kirin.
Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ebdullkerîm Umer û Daniya Remadan û cîgirê hevserokatiya dayreyê Fener El-Giêt beşdarî civînê bûn.
Civîna di ser înternetê re pêk hat û rewşa giştî li Sûriyê, rewşa herêmên Rêveberiya Xweser, beşdarbûna Rêveberiya Xweser di çareseriya siyasî de û şêwazên çareseriya siyasî li Sûriyê hatin nîqaşkirin.
Her wiha di civînê de behsa girîngiya zêdekirina xebatên civaka navneteweyî li ser hemû aliyên siyasî, aborî, ewlehî û mirovî yên herêmê, hate kirin.
QAMIŞLO