Li gorî biryara Rêveberiya Xweser, rêveberiya kampa Holê beşê 9`an a koçberên Sûriyê yên dixwazin vegerin herêmên xwe, ji kampa Holê derxistin.
Doh bi dehan koçberên ji bajarên Reqa û Tebqayê ku ji ber çeteyên DAIŞ`ê reviyabûn, li qada ji bo derketinê hatiye veqetandin, kom bûn û li benda derketina ji kampê bûn.
Ev beşê 9`an ê koçberên Sûriyê ye ku dixwazin ji kampê derkevin, piştî ku belgeyên wan bi dawî bûn karîn biçin herêmên jê tên.
Beriya çend mehan, bi hezaran malbatên sûrî ji kampa Holê derketin. Pirraniya wan rêwîtiyan bi rêya kefaleta rûspî û serokên eşîran, pêk hat.
Beşê ku doh ji Kampê derket 111 malbat yan jî 385 kes bûn. Pirraniya wan jî jin û zarok in û ji bajarên Reqa û Tebqayê ne.
Bi dehan endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi malbatên koçber çûn da ku wan bi ewlehî bigihînin xizmên wan.
Beşê 8`an 21`ê Kanûnê ji kampê derketibû.
HESEKÊ