Piştî 4 rojan êrişa diduyan birin ser MEBYA-DER’ê û rêveberê wê Şehmûs Turk ê 81 salî jî di nav de gelek kes kirin binçavan.
Polîsan di 27'ê Sibatê de bi ser Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirin (MEBYA-DER) û gelek malan de girtibû. Polîsan cara duyemîn li dijî MEBYA-DER’ê êriş kirin û di serdegirtina malan de rêveberên komeleyê Şehmûs Turk (81), Yildiz Damla, Ayşe Tutmaz, Halîme Topûz, Aysel Pehlîvan û Saît Borta di nav de gelek kes binçav kirin.
11 kesên di êrişa 27ʼê Sibatê de hatibûn girtin hê jî têne ragirtin û Rêveberên komeleyê Dayika Aştiyê Hatûn Aslan a 71 salî û Meryem Soylû ya 79 salî ku di heman rojê de hatibûn binçavkirin, pêr dadgehê herdu dayik bi idiaya “endamtiya rêxistinê” girtin. Rêveberê HDP’ê yê Navçeya Rezanê Fetûllah Işiktaş jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.
MA/AMED