• Dewleta Tirk li du ciwanên ji Serêkaniyê revandî, her yekî 20 sal cezayê hepsê birrî. Li gorî malbatên wan dibêjin, ew bi hevkarî û miameleya bi QSD´ê re hatine tohmetbarkirin. Revandina van ciwanan sûcê şer e, û cezakirina wan jî nîşan dide ku hiqûq ne xema dewleta Tirk e.

Dewleta Tirk a dagirker, bi dadgehên xwe li 2 kesên, wê ji Serêkaniyê di dema dagirkeriyê de revandî 20 sal cezayê hepsê birrî. Revandina mirovan ji ser erdên dagirkirî û birina wan a ser erdên welatê dagirker, hiqûqa navneteweyî li gorî Peymana Cenevreyê binpê dike. 

Beriya çendekê (çarşema bihurî) Rêxistina Human Rights Watch (HRW-Şopandina Mafê Mirovan) raporek weşandibû û gotibû, dewleta Tirk û çeteyên wê bi awayekî nerewa herî kêm 63 welatiyên Sûriyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtine û birine Tirkiyê da ku wan bi sûcên giran tohmetbar bikin û dibe ku cezayê muebedê li wan bibirre. Di ser vê hişyarkirinê re nû hefteyek bihurî û rayedarên dewleta Tirk li du ciwanên ji Serêkaniyê 20 sal cezayê hepsê birrî.

Malbatên herdu ciwanan ji ajansa nûçeyan a li Bakur û Rojhilatê Sûrî, North Pressê got, ew hîn bûne ku rayedarên dewleta Tirk li Izzo Xelîl el-Maco û Huseyin Mihemed el-Ezzo 20 sal cezayê hepsê birriye.

Her du ciwan jî dawiya sala 2019´an di dema êrişa dagirkeriya dewleta Tirk de li Serêkaniyê hatibûn girtin.

Her du ciwan bi gunehbariyên weke "têkiliya wan bi QSD´ê re heye û miamele pê re dikin li dijî artêşa Tirk." Ew her wiha bi kuştina subayên Tirk li Serêkaniyê jî hatin gunehbarkirin. 

Dagirker revandiyan dibin Ruhayê

Li gorî agahiyên xizmên wan dayî, herdu ciwan jî niha li li hepsa Ruhayê girtî ne. Kesên ku dagirker û çeteyên wan ji Serêkaniyê direvînin û dibin Tirkiyeyê, halê hazir hemû li vê hepsê tên ragirtin.

Ne tenê rapora HRW´yê ya çarşema bihurî, gelek aliyên din jî binpêkirina mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî bi destê dewleta Tirk rapor kirine. Komîsyona Navneteweyî ya Lêpirsîna Sûrî Tîrmeha 2020´an dagirkerên Tirk û çeteyên wan bi binpêkirina mafên sivîlan gunehbar kiribû. Di raporê de sûcên li dijî mirovahiyê wiha hatibûn binavkirin: Rehîngirtin, revandin, fîdeyexwestin, miameleya hovane, êşkence û destavêtin.  

Hiqûqa navneteweyî ne xema dewleta Tirk e

HRW´ê di rapora xwe ya hefteya bihurî de gotibû, li gorî daneyên ber destê wan hejmara kesên ji Serêkaniyê û Efrînî revandî Tirkiyeyê dibe ku qederê 200´î be. Wan li ser 63 kesan belge berhev kiribûn. Van belgeyan nîşan dida ku di îdîanameyan de kesên ji Sûriyê revandî weke ku li nav erdên Tirkiyeyê hatibin girtin, hatiye nîşandan.

Malbatên van herdu ciwanan ji North Pressê re gotine, ew pê hesiyane ku hefteya bihurî yanî gava ku HRW´ê rapora xwe eşkere kiriye, zarokên wan hatine cezakirin. Dewleta Tirk a ku bi revandina kesên li deverên dagirkirî hiqûqa navneteweyî binpê dike, bi birrîna cezayê hepsê nîşan da ku hiqûqa navneteweyî ne xema wê ya.

KOBANÊ