- Ezîz Hesen: Gelê Reqayê û Partiya Sûriya Siberojê sozê didin gelê Efrînê ku dê heta rizgarkirina Efrînê li cemê bin. Em sozê didin heta qewitandina dagirkeran ji herêmên dagirkirî hemûyan, em ê li kêleka QSD´ê bin.
Endamê Desteya Rêveber a Partiya Sûriya Siberojê, Ezîz Hesen got, “Rêveberiya Xweser a Efrînê [beriya dagirkeriya dewleta Tirk] 200 hezar koçberên ji herêmên Sûriyê pêşwazî kir."
Doh, bi boneya salvegera 3`yemîn a êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî Efrînê, Partiya Sûriya Siberojê li bajarê Reqayê civînek ji gel re li dar xist. Di civîna li hola El-Tac de bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl û endamên Partiya Sûriya Siberojê, beşdarî bûn.
Di civînê de, endamê Desteya Rêveber a partiyê, Ezîz Hesen axivî û behsa dîroka Rojhilata Navîn û planên ku dewletên biyanî li ser Rojhilata Navîn, kir.
Pîlanên împeryal ên Tirk wê neçin serî
Ezîz Hesen got, dewleta Tirk dixwaze împeratoriya Osmanî vegerîne, vê xakê dagir bike û fitneyê di nava gelên herêmê de derxe da ku projeya wan têk bibe, her wiha hewl dide van herêman tev li xaka Tirkiyê bike, lê dê nikaribe wê yekê pêk bîne.
Hesen wiha dewamkir: “Dewleta Tirk difikirî ku bi dagirkirina Efrînê dê projeya Rêveberiya Xweser li seranserê herêmê têk bibe, lê belê ya bi binketî ew bû. Ji ber wê yekê, êrişeke din ji bo dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî dest pê kir, lê belê nikarîbû rêveberiya ku ji pêkhateyên herêmê pêk hatiye, têk bibe.”
Êrişî projeya bihevrejiyana gelan kirin
Hesen daxuyakirin ku Efrîn ne herêmeke weke herêmên di bin kontrola dewleta Tirk de herêmeke terorîstan bû û îdîayên serokçeteyê dewleta Tirk Erdogan jî derewandin. Wî got, “Li Efrînê 200 hezar koçberên ji herêmên cuda yên Sûriyê hebûn, bi hev re jiyaneke hevbeş ava dikin û rêveberiya xwe bi xwe ava kiribûn. Wê rêveberiyê gef li ser ewlehiya ti aliyan çênedikir, lê belê ew projeyeke ji bo dûrxistina terorê ji herêmê bû.”
Ezîz Hesen piştgiriya xwe bi şêniyên Efrînê re nîşan da û got, “Gelê Reqayê û Partiya Sûriya Siberojê sozê didin gelê Efrînê ku dê heta rizgarkirina Efrînê li kêleka wan bin. Em sozê didin QSD`ê jî ku heta qewitandina dagirkeran ji hemû herêmên dagirkirî li kêleka wan bin.”
Piştre sinevizyonek li ser dîroka Sûriyê û sûcên dagirkeriya Tirk li Efrînê, hate pêşandin.
ANHA/REQA