Replîkaya (kopya) “Mona Lîsa” (La Gioconda ) ya zanyar û hunermend Leonardo Da Vinci li Parîsê bi 2 milyon û 900 hezar euro hat firotin.
Di 11’ê Hezîranê de tablo bi mezatê hat firotin. Bihayê tabloyê jî derdora 200 hezar û 300 hezar euro diyarkirî bû. Lê replîkaya “Mona Lîsa” di nava saetêkê de bi 2 milyon û 900 hezar euro hate firotin. Heya niha replîkayê herî zêde ku pere wergirtiye, ev tablo ye.
Ev replîka di sedsala 17’an de hatiye çêkirin û cara pêşî sala 1953’an li Parîsê li dikaneke kevnar hatiye dîtin. Kesê ku ev tablo kiriye, bi salan e bawer dikir ku ev tablo orîjînal e. Lê pisporên vî karî piştî lêkolînan diyar kirin ku ev ne tabloyê resen e.
NAVENDA NÛÇEYAN