Rengên portreyên jinên nemir

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 27 Adar 2022 - 22:00

  • Bêrîvan ji bo portreyên ku xêz dike dibêje, “Porên jinên ku ez xêz dikim, dişibin deşt û zozanan. Li ser vê axê gelek derfetên revê hene. Ji ber van sedeman, ez dixwazim tişta ku ya me ye, nîşanî xelkê bidim.” 

MIHEME PORGEBOL

Min Bêrîvan bi saya wî wêneyî, ango wêneyê Aysel Tugluk nas kir. Ew wêne li her derî bû û bi her awayî dişibiya Aysel Tugluk. Ez di bin bandora wêne de mam û min dixwest hîn bibim bê ka kî ew wêne xêz kiriye. Paşê min çend wêneyên din jî dîtin ku li ser wan wan nav û mohra Bêrîvan Dogan hebû. Bi aweyekî min xwe gihand profîla wê û min dît tevî wêneyê Aysel Tugluk, wêneyên Camille Claudel, Sylvia Plath, Mary Shelley, Rosa Luxemburg û gelekên din xêz kirine. 

Bêrîvan Dogan, ji Amedê ye. Sala 1984’an hatiye dinê. Ji sala 1995’an ve li Stenbolê dimîne. Sala 2009’an li Zanîngeha Mîmar Sînan, beşa civakansiyî temam kiriye. Wê di sala 2019’an de pêşangeheke solo vekiriye û ji xeynî karê wênesaziyê, ew tevî hevjînê xwe dikaneke ku alavên malê difiroşe, bi rê ve dibe. Lê li gel vî karî jî ew wêneyên jinan diresmîne û dixwaze pêşangeheke din jî hazir bike.

Bêrîvan ji bo portreyên ku xêz dike dibêje, “Porên jinên ku ez xêz dikim dişibin deşt û zozanan. Li ser vê axê gelek derfetên revê hene. Ji ber van sedeman, ez dixwazim tişta ku ya me ye, nîşanî xelkê bidim.” 

‘Çemê di bin çemî de diherike’

Bêrîvan dema behsa serpêhatiya xwe ya xêzkirinê dike, dibêje, wê ji zarokatiya xwe ve ji vî karî hez kiriye û wiha dipeyive: “Niha dema difikirim, wisa hîs dikim ku ez ji zarokatiyê ve dixwazim wêneyan xêz bikim. Heta dawiyê jî ez dixwazim vî karî bidomînim.” 

Xwişkeke Bêrîvan ya ku mamostetiya wênesaziyê dike, heye û dev ji çêkirina wêneyan berdaye. Bêrîvan dide pey da ku ji nû ve xêz bike, lê piştî demekê dibîne ku ji dêvla xwişka xwe wê dest bi çêkirina wêneyan kiriye. Bêrîvan dibêje, “Paşê reng hatin...her ku çû wêneyên jinên ku xêz dikim, zêdetir bûn. Weke ku Clarissa P. Estes dibêje, mi xwe gihand ‘çemê di bin çemî de diherike’.”

‘Dewlet zimanê Kurdî qebûl nake’

Bêrîvan balê dibe ser debara hunermendan û bîbîr dixe ku li Tirkiye ev yek her tim pirsgirêk bû û wiha pê de diçe, “Nexasim jî hunermendên ku dixwazin hunerê xwe bi zimanê zikmakî bikin. Weke mînak em li muzîkjen û şangogerên Kurd bifikirin. Ji ber hîna jî muzîka Kurdî û şanoya bi Kurdî qedexe ye. Ev dewlet niha jî zimanê Kurdî qebûl nake û naxwaze vê pirsgirêkê çaraser bike. Dibe ku ev yek bi hunerê me re jî eleqedar be, em dikarin bi hunerê xwe çi bikin. Ez ji wêneyê hez dikim û dema min dest bi vî karî kir ti bendewariyek min ya aborî tine bû ji vî karî. Gelek kar li benda min in û elbet dixwazim ez tenê bi vî karî re mijûl bibim.”

‘Divê em li benda tiştan nemînin’

Porteyên jinan ên Bêrîvanê, her yekî xwedî rengekî cihê ye. Jixwe, Bêrîvan jî dibêje, wekî din ez nikarim jinan bi rengên din xêz bikim.

Bêrîvan dibêje, wê bi vî awayî tiştên nû kifş kirine û tiştên ji bîr kirine jî dîsa bi saya portreyan anîne bîra xwe. Bêrîvan dibêje, dema xwesteka karekî hat, divê ew kes qet nesekine û wiha dirêjiyê dide axavtina xwe: “Ji ber ku dema tu li benda tiştekî bisekinî, ew wext dê ti carî neyê. Lê va ye, hûn dibînin jinên ku min xêz kirine porên wan weke deşt û zozanan tên xuyanê. Li ser vê axê gelek derfetên revê hene. Ji ber van sedeman, ez dixwazim tişta ku ya me ye nîşanî xelkê bidim.”

‘Serpêhatiya wê tesîr li min kir’

Bêrîvanê gelek portreyên jinên ku di dîrokê de cihekî girîng digirin, xêz kirine. Ew bi vî awayî dixwaze careke din van jinan bi bîr bîne û nexasim jî jinên ku bandor lê kirine, xêz dike. Ji bo portreyê Aysel Tugluk jî ew dibêje, “Dema min portreyê Aysel Tugluk çêkir, min tiştekî ku min berê qet nekiribû, kir. Serpêhatiya wê pirr tesîra xwe li min kir. Ez jî ji diya xwe hez dikim û vê rewşa wê kir ku ez bi empatî nêzî meseleyê bibim. Min bi van hestan rabû, portreyê wê çêkir û parve kir. Lê min nizanîbû dê ewqasî belav bibe û jê were hezkirin.”

Bêrîvan di dawiyê de dibêje, ev jinên di dîrokê de cih digirin, tenê ne ji bo xwe xebitîne û maneyeke karên wan heye. Ew dibêje, divê ev karên wan yê manedar dewam bikin. Ji ber vê yekê bala wê bêhtir li ser portreyên jinan e û dixwaze jinan xêz bike. Ew difikire ku di rojên pêş de pêşangehekê jî veke û dibêje, "Ez dixwazim gelek resmên din jî çêkim." Ew her wiha difikire ku ji bo zarokan jî pirtûkekê hazir bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.