- Rengên Newrozê xwe li meydanan hemûyan da der
Newroz bi peyamên xwe, bi reng û dengên xwe pîroz e. Îsal jî li seranserê meydanên Newrozê li Kurdistanê û derveyî wê, Kurdistaniyan ev rengên Newrozê nîşan dan. Li Bremendê, li Dusseldorfê û li Stenbolê, def, zirne û dahol ji deng û rengê Newrozê bûn. Cilûbergên Kurdî û kesk û sor û zer jî ew reng bûn ku li hemû meydanan xwe dan der. Eynî weke agirê pîroz ê Newrozê. Li Efrîna dagirkirî Newroz hêviya êsîran a azadiyê bû. Di Zrîngê de "Kawaya" hevdem li dijî Dehakê zalim ê roja me ya îro pêşeng e. Bi her reng û dengê xwe Newroza 2021´ê pîroz be, pîroz bû!
Yek ji rengên Newrozê dahol, zirne, def û govend e. Dahol û zirneya li ber rengên kesk û sor û zer a li bajarê Elmanyayê Bremenê, ev rengê Newrozê bû. Eynî weke defa di destê jinên Kurd ên li Stenbolê û bajarê Elmanyayê Dusseldorfê.
Zarok û cilûbergên Kurdî yên li ber wan jî rengekî din ê Newrozê ne. Herdu piçûkên ji Swîsreyê jî ji vî rengê Newrozê ne. Weke van herdu keçên piçûk ên bi alayên YPG û YPJ´ê li bajarê Elmanyayê Mannheimê.
Rengê herî pîroz ê Newrozê agir e, weke van meşaleyên di destê keç û xortên Hewramanî de.
Dehak û Kawayê hevdem
Kovara mîzahî Zrîngê hejmara xwe ya 12’an bi berga Newrozê derxistibû. Di vê hejmarê de yek ji karîkaturên herî balkêş ya Rûşen Sarili bû ku tê de serokkomarê Tirk Erdogan weke Dehakê zalim hatiye xêzkirin û Kawa jî jinek e.
Ji Efrîn û Fafînê 2 wêne
Li navenda Efrînê ji tirsa çeteyên dewleta Tirk, xelk newêre eşkere Newrozê pîroz bike. Lê li malên xwe dîsa jî agirê Newrozê pêdixin. Ev agir û dîmen jî peyamek in û hêviyek in: Niha em êsîr in û hêvî azadî ye.
Zarokên koçber ên ji Efrîna Dagirkirî li Şehbayê Newrozê bi hêviya azadiyê û vegera Efrînê pîroz dikin. Zarokên Dibistana Şehîd Çekdar a li gundê Fafînê yê li Şehba jî bi xêzkirina vî wêneyî Newroz pîroz kir.