Li bajarê Qamişloyê Pêşangeha Panorama Rojava ya Hunerê Şêwekariyê hat vekirin, tê de 60 tabloyên xwendekaran tên nîşandan.
Pêşangeh bi dirûşmeya “Rengên me ji dengê çekên we bi hêztir in” li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê tê lidarxistin.
Di pêşangehê de 15 endamên Beşa Wênesaziyê ya Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya bajarê Kobanê, 60 tabloyên xwe nîşan didin.
Di tabloyan de peyamên civakî yên der barê Şoreşa Rojava û têkoşîna jinan de tên nîşandan. Di hin tabloyan de wêneyên şervanên YPJ`ê, Jîna Amînî, serhildêr û şoreşgerên Kurd ên mîna Şêx Seîdê Pîran, Qadî Mihemed û sînemagerê Kurd Yilmaz Guney hatine xêzkirin. Pêşangehê du rojan dewam dike, yanî îro bi dawî dibe.
ANHA/QAMIŞLO