• Tony Sobota hewl daye li gorî daxwaza civaka Kurdî wêneyên dîwaran ên Nashiville xêz bike: Ji min xwestin ez rengên biriqandî bi kar bînim. Wan xwest çuya û darên welatên xwe bibînin. Wan tiştekî tenê Kurdî be xwest.

Bajarê Nashville ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), xwediyê nifûsa herî zêde ya Kurdan a li DYE’yê ye. Ji ber wê jî di nava jiyana rojane, tîcaret û siyasetê de jî Kurd li vî bajarî xuya ne. Hunermendên Kurd, nexasim jî jinên ciwan me berê ji vî bajarî dabûn nasîn yên weke Nûvîn Berwarî (binihêre li arşîva me). Lê huner li kolanên bajêr jî xwe dide der: Berê di navên dikanan, navendên çandî û dînî de. Ev bêhtirî 2 salan e ku wêneyên dîwaran ên Kurdistanî jî li van nîşanên çand û hunerê Kurdî yê li bajêr zêde bûye. 

Ev wêneyên dîwaran ji bo gelek Kurdên li bajêr "tameke piçûçik a ji welêt" e; Newzad Hewramî yê ji civaka Kurd a li Nashvilleyê wisa dihizire. Çawa ku Navenda Silhedîn (Salahadeen Center) ku ew rêveberê wê ye jî bi heman rengî hem tameke ji welêt e û hem jî mekanekî ji bo nimêj û wezîfeyên dînî yên civaka Kurd e li bajêr.

Berhemên hunerî yên li ser dîwaran têra xwe rengîn in. Ew li ser dîwarên dikaneke ku tam û tiştên ji Kurdistanê difiroşe, hatine rengandin; li devera Nolensville Pikeyê. Di van wêneyên dîwaran de hinek nan dipijin, hinek bi tawlê dilîzin û hinek jî helbestên bi Kurdî dinivîsin.

Wêneyên dîwarên Little Kurdistanê

Destpêka Tîrmeha 2019´an ev wêne li rengên bajêr zêde bûbûn. Rêxistinên civaka Kurd a li Nashvilleyê her wiha hêvî dikin ku bi vî awayî Kurd li nava xelkê din ê bajêr xuya bin û belkî jî werin serdana navend û civaka wan jî. 

Li ser twitterê û Instagramê xelkê ku bi xêra wan çûne dikanên Kurdan û li taxê geriyane, nîşan didin ku ev hêviya rêxistinên civakî yên Kurdan çûye serî. Ev xelk herî zêde jî heyranê tama xwarinên Kurdî ne. 

Li cihê ku ev wêneyên dîwaran hatine xêzkirin, ne tenê dikanek û Navenda Silhedîn heye; li vir rêyeke bazarî heye ku li serê gelek restorant, dikan û nivîsgeh hene. Ha ji vê rêyê re jixwe Little Kurdistan (Kurdistana Piçûk) tê gotin. Ev wêneyên li ser dîwaran jî weke yên Kurdistan Piçûk li bajêr navdar in. 

Nerazîbûna ji rêveberiya bajêr 

Tevî van hewldanan jî û tevî ku dever wisa navdar e, rêveberiya bajêr a Nashvilleyê vê zêde nîşan nade. Li ti devera danasîna fermî ya bajêr de behsa devereke evqasî tekane nayê kirin. Gelek Kurd nexasim jî rêveber û nûnerên rêxistinên civakî ji ber vê ne razî ne. 

Rêza wêneyan weke nîvîsa Soranî ye

Projeya bi navê Envision Nolensville Pike ev wêneyên dîwaran dan çêkirin. Armanc jî ew bû ku vê taxê û taxên mayî yên bajêrên bigihîne hev, wan nêzî hev bike.     
Rêzeke wêneyan heye, lê ew rêz ne weke xwendineke bi Latînî ji çepê ber bi rastê ve ye, lê weke nivîsa bi Soranî ya bi alfabeya Erebî ji rastê ber bi çepê ve ye rêza wan. Wêne bi neqşên li ser qumaşekî û qedehên çayê û çaydanekî dest pê dikin. Li aliyê wî yê çapê komek heval rûniştine û çayê vedixwin. Li ser wan çûk difirin û destxeteke helbesteke bi Kurdî (bi alfabeya Erebî) hene. 
Li binê wan li jêrtir, hin zilam bi tawlê dilîzin li kolanên Hewlêrê. Dayikek û kurê wê ji bazareke li derve lazimiyên xwe dikirin. Ev wêne jî nêzî ketine Mazî Market e, dikaneke ku nexasim jî tiştên ji Kurdistanê difiroşe. 

Tenê Kurdî

Refîf Elsalih jî yek ji hunermendên projeyê ye, ev jina hunermend dibêje, wê yek ji çûkan ji nava destxeta helbesta Kurdî derxistiye.

Yek ji hunermendên projeyê Tony Sobota ye, ew bi xwe ne Kurd e. Wî hewl daye li gorî daxwaza civaka Kurdî ya li deverê wêneyên dîwaran xêz bike û birengîne: “Ji min xwestin ez rengên birîqende bi kar bînim. Wan xwest çuya û darên welatên xwe bibînin. Wan tiştekî tenê Kurdî be xwest.”
Jixwe li ser cihê mohra hunermendan jî dinivîse, “uniquely Kurdish” (Tenê Kurdî) dinivîse.

Heger rêya hinan bikeve Nashvilleyê, bila ji bîr neke û serekî bide navnîşana 364 Elysian Fields Ct. Li wir hem ev berhema hunerî heye û hem jî Little Kurdistan.

NASHVILLE