Rejîmê pêla girtinê berfireh kiriye
În 20 Çile 2023 - 02:48
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêla girtin û li serde girtina malan a ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve zêde bûne û zext hatine dijwarkirin.
Li Ciwanro zêdetirî 50 kesî hatin girtin
Li bajare Pîranşar û gundên derdorê bi dehan kes ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin girtin û birin cihek nediyar.
Li bajarê Şino, Kamyaran û Sine jî bi heman awayî hejmarek çalakvan hatin girtin. Pêla girtinê li bajarên din jî berdewame.
Dewleta Îranê pêla girtin û binçavkirinê lê bajarên ku berê xwepêşandanên berfireh hatin kirin, dijwar kiriye.
Hefteya borî li bajarê Ciwanro zêdetirî 50 welatî û çalakvanan hatibûn girtin.
Di heman demê de li bajarên Îranê jî ev pêl berdewam dike û dadweriya Îranê cezakirina xwepêşanderan berdewam dike.
20 hezar kes hatine girtin
Ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve nêzî 20 hezar kes hatine girtin û binçavkirin. Di girtîgehan de herî kêm 16 kes ji ber êşkencekirinê û dermannekirina birîna wan jiyana xwe ji dest dane. Li 112 xwepêşanderan cezayê darvekirinê hatiye birîn.
YE´yê Supayê Pasdaran xiste lîsteya terorê
Parlamentoya Yekîtiya Ewropa erêkir ku Supaya Pasdaran a Îranê û hêzên wan ên cuda bikeva nav lîsteya ‘terorê ya YE.
Ev pêngav weke destkefta serhildana ‘Jin, Jiyan û Azadî’ tê dîtin û sedema biryarê jî rola sereke ya Supay Pasdaran a di çewisandina xwepêşanderan de tê destnîşankirin.
Kampanyaya Aktîvîstên Belûc jî bi daxuyaniyekê ragihand ku di sala 2022’an de 179 welatiyên Belûc ji aliyê rejîma Îranê ve hatine bidarvekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN